Sefera serokwezîra Almanyayê bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i208639-sefera_serokwezîra_almanyayê_bo_tirkiyê
Angêlla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê roja duşemiyê, 8`ê sibata 2016`an, ji bo hevdîtineke fermî derbasî Tirkiyê bû. Mêrkêl ligel serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2016 08:48 Asia/Tehran
  • Sefera serokwezîra Almanyayê bo Tirkiyê

Angêlla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê roja duşemiyê, 8`ê sibata 2016`an, ji bo hevdîtineke fermî derbasî Tirkiyê bû. Mêrkêl ligel serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû hevdîtin pêk anî.

Eva sêyemîn hevdîtina Mêrkêl û Dawûdoxlû ji destpêka sala 2016`an va ye. Biryar e ku serokwezîra Almanyayê piştî civîna çapemepeniya hevpar ligel Dawûdoxlû, tev Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li koşka serokomartiya Enqerê hevdîtin bike.

Armanca seredana Mêrkêl a Tirkiyê gotûbêja li bara penaberan e ku wek pirsgirêka herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ji dema damezirandina wê hatiye zanîn. Piraniya kesên penaxwaz sûrî û iraqî û efxanî ne. Ji ber hebûna hejmareke zêde ya awareyên sûrî û iraqî li Tikriyê, ev welata bûye derbasgeha sereke ya penaberan ber bi Ewropayê.

Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo girtina rê li ber dewama pêvajoya hatina penaberan, riya raberkirina alîkariyên malî yên berfireh bo Tirkiyê û handana Enqerê ji bo girtina tevdîrên ciddî ji bo girtina rê li ber hereketa penaberan ber bi Yekîtiya Ewropayê peyda kirine. Almanya wek abora yekem a Ewropayê rola sereke girtiye ustiyê xwe. Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê ku bi ragihandina siyaseta `Deriyên vekirî` rola bingehîn di warê hatina penaberan ber bi Yekîtiya Ewropayê da lîstiye, niha ketiye ber zextên zêde yên navxweyî û derveyî ta ku vê pêvajoyê bide sekinandin. Mêrkêl bi sefera xwe ya Tirkiyê dil heye ku serokomar û serokwerzîrê Tirkiyê razî bike ku hevrêtiya Yekîtiya Ewropayê di vî warî da bikin. Serokwezîra Almanyayê ji ber rewşa welat û partiya xwe pêwsîtiya xwe bi serketina lezgîn di warê çareskririna qeyrana penaxwazan da heye. Armanca sereke ya Mêrkêlê kêmkirina hejmara penaberan e û ji bo pêkhatina vê armancê pêwsît e ku Tirkiye karên zêdetir ji bo kêmkirina çûyîna penaberan ber bi Yekîtiya Ewropayê va bike. Helbet hejmara penaberên ku ji Tikriyê ber bi Yewnanistanê va terin kêm bûye, lê ev kêmbûna zêdetir ji ber rewşa hewayê ye ne tiştek din.

Tirkiyê heta niha kiryareke bibandor ji bo kêmkirina hejmara penaberan ber bi Yekîtiya Ewropayê va pêk neaniye. Tirkiye herîkêm dixwaze ku alîkariya diravî ya sê miliyar euroyî werbigire ku elbete vê dawiyê ev yeka pejirand. Di eynî demê da nakokiya di navbera Enqere û Broksêlê da didome. Yek ji xwestekên Tirkiyê azadiya tam a sefera welatiyên wî bo Ewropayê ji navbera îsal va ye ku elbet Yekîtiya Ewropayê dê bersiva nerênî bide vê daxwaza tirkan. Bi taybet ku li dû zêdebûna gefên têrorîstî her viha hatina penaberan, hinek ji welatên herêma Şînginê cihanîna wê dane rawestandin û bi berfirehî sînorên xwe diparêzin û derbasbûna penaberan kontrol dikin. Mijara din ku rayedarên Enqerê ji ber wê ji Broksêlê nerazî ne, helwêsta ducûre ya Yekîtiya Ewropayê li bara penaxwazan e. Yekîtiya Ewropayê ji aliyekî va ji Enqerê dixwze ku kiryarên zêdetir ji bo girtina rê li ber pêla penaberan ber bi Ewropayê va pêk bîne, ji aliyê din va jî ji Tirkiyê dixwaze ku sînorên xwe li ser hatina gelê Sûriyê bi taybet ji parêzgeha Helebê ku şer û pevçûnên berfireh lê diqewimin, vebike ta sûriyên zêdetir derbasî nav axa Tirkiyê bibin.

Broksêl her wiha dixwaze ku ev aware li nav axa Tirkiyê werin xwedankirin û li dijî çûyîna wan bo Ewropê ye.