Rapor-Erebistan keviran datîne ser riya çareseriya krîza Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i206310-rapor_erebistan_keviran_datîne_ser_riya_çareseriya_krîza_sûriyê
Nûnerê Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê Stefan De Mîstora, Erebistaa Siûdî tawanbar kir ku ser riya çareseriya krîza Sûriyê ji riyên bi aştî û gotûbêjan li Cenevê de astengiyan çê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2016 15:15 Asia/Tehran
  • Rapor-Erebistan keviran datîne ser riya çareseriya krîza Sûriyê

Nûnerê Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê Stefan De Mîstora, Erebistaa Siûdî tawanbar kir ku ser riya çareseriya krîza Sûriyê ji riyên bi aştî û gotûbêjan li Cenevê de astengiyan çê dike.

Nûnerê Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî got: Erebistanê hewldan û xebatên NY ji bo amadekirina lîsteya grûpên sûrî bona beşdariya li muzakireyên aşitî û çareseriya krîza Sûriyê ya Cenevê bê encam kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Erebistan û Tirkiye hewldidin ku nehnêlin grûpên sûrî yên wekî kurdên vî welatî ku li şerê li dij terorîstên wek DAIŞ'ê roleke kêrhatî hebûne li muzakireyên Cenevê de beşdar bibin.

Stefan De Mîstora herwiha ji gişt aliyên siyasî yên têkildarê krîza Sûriyê xwest ku ji bo navcîtiyê bona çareseriya krîza Sûriyê piştgirî û alîkariyê bikin.

Li vê navberê de balavok,a amerîkî ya Foreign Policy ku her du hefteyan tê weşandinê li gor belge û rapora veşartî û sirrî ya Nûnerê Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê Stefan De Mîstora ku daye ber destê Konseya Ewlekariyê ya NY'yê û kopiyeke wê ketiye destê ê kovarê nivîsiye ku Erebistan pir îsrarê dike hevalbendiya neyaran ya sûrî ku li derveyî Sûriyê dimîne û Erebistan jê piştgiriyê dike bi tenê wek nûnerê dijberên Sûrî were naskirin.

Stefan De Mîstora li vê raporê de desnîşan kiriye gişt qawetên têkildarê krîza Sûriyê yên bi bandor li navçê û cîhanê de divê li rûniştina Cenevê de beşdar bibin û ji bo krîza pênc salî ya Sûriyê çareyekê bibînin.

Berî viya biryar hatibû dayîn ku gotûbêjên çareseriya Krîza Sûriyê ya Cenevê li 25 Çileyê birêkeve, lê ji ber dijberiyên di navbera grûpên sûrî pikr muhhtemel e ew paşda bikevin. Çawa ku Nûnerê Sek. giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê Stefan De Mîstora jî berî viya gotibû ku muhtemel e ev gotûbêjana paşdda bikevin.

Rûniştinê yek û du yên Cenevê jî berî viya li salên 2012 + 2014 bi rê ketin lê ji wan ti encameke kêrhatî bi dest neket.

Hevdemê vê yekê jî nûnerê parlemana Sûriyê Şerîf Şehade dewama piştgiriya Amerîka û Erebistan ji terorîstên li Sûriyê rexne kir û desnîşan kir ku ev du welat siyaseta wêran û xopankirina Sûriyê û berfirekirina hewldanên grûpên terorîstî-tekfîrî li vî welatî de girtine ber xwe. Li vê navberê de rayedarên sûrî bi caran li ser vê yê sekinîne ku Amerîkaji ber şikestên terorîstan yên vê dawiyê li Sûriyê naxwazin li wê rewşa lawaz a wan muzakire birê kevin lewma ew hewldidin da ku muzakireyên Cenevê paşda bikevn da ku rewşa terorîstan çêtir bikin û ew li rewşeke bi hêz beşdarî muzakireyan bibin.

Nûnerê Sûriyê li NY cardin desnîşan kir ku Amerîka ji bo rûniştina Cenevê ya êşerojê astengiyan çê dike û got: Piştî şikesta grûpên terorîstî û tekfîrî li başûra Sûriyê, Erebistan û Amerîka niha ketine fikra guhertina rewşa hêzên xwe li başûra Sûriyê ne, ew hewldidin bi pêkanîna grûpên nû yên terorîstî dîsa deverên azadbûyî bêxin bin destê xwe.

Hevdemê vcê yekê grûpek ji endam û serkirdên grûpa terorîstî ya DAI'ê tev malbatên xwe ji parêzgeha Rîfa Şamê ya Sûriyê derketin. Ev derketina li gor lihevkirina dewletê û terorîstan pêk hatiye ku berî viya bi navbeynkariya NY pêk hat.

Ji aliyê din ve çavkaniyên siyonîst yên wek radiyoya rejîma siyonîstî ragihandine ku nûnerên hin grûpên terorîstî yên wek Artêşa Azad ya Sûriyê li konferansekê ku li Navenda Ewlekariya Netewyî ya Îsraîlê li Telavîvê bi rê ket beşdar bûn. Çavkaniyên nûçeyan jî ji piştgirî û alîkariyên malî û sîlahî yên rejîma Îsraîlê bo terorîstên li Sûriyê xeber dane. Herwiha nexweşxanên vê rejîmê yên li bilindahiyên Golanê jî birîndarên terorîstan derman dikin