Teqîna Stenbolê belgeya xiyaneta DAIŞ'ê li piştgirê xwe
Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûdoglu dibêje sebebkarê teqîna terorîstî ya li meydana Sultan Ehmed a Stenbolê endamê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bû.
Li gor rapora Press TV'yê serokwezîrê Tirkiyê desnîşan kir: terorîstên grûpa DAIŞ'ê teqîna roja sêşemê 12 çileyê li Stenbolê pêk anîe ku di encamê de herî kêm 10 cîhangerên biyanî jiyana xwe ji dest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn, sebebkarê vê teqîna terorîstî ciwanekî 28 salî û endamê biyanî yê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bû . Davûdoglu herwiha got gişt kesên ku li vê teqînê de hatine kuşti geştyarên biyanî bi taybetî yên almanî bûn.
Serokwezîrê Tirkiyê li rewşekê de radigihîne ku sebebkarê teqîna duh ya Stenbolê endamekî grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê bû ku berî wî serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi qest û xerez îdia kir ku sebebkarê vê teqînê kesekî sûrî ye daku bkare wê bavêje ustiyê hikûmeta Sûriyê û DAIŞ'ê ji vê sûçê xilas bike, lê belê lêkolînan nîşan da ku sebebkarê teqîna meydana Sultan Ehmed ya Stenbulê endamekî siûdî (erebistanî) yê DAIŞê bûye .
Li gor ragihandina ajansa nûçeyan a Terend, taxa ku bom têda teqiya devereke qerebalix û bi îzdiham a bajarê Stenbulê ye ku hertim hejmareke zav ji cîhangeran sefera wir dikin. Ji ber ku êdî ji hemûyan re eşkera bûye ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ'ê dike, loma rayedarên vî welatî yên wek Erdogan hewldan ku bi awayekî teqîna Stenbolê bavêjin ustiyê Sûriyê û îsrar dikirin ku li vê cinayetê de DAIŞ'ê bê sûç û guneh e. Yekî din ji van rayedaran alîkarê serokwezîrê Tirkiyê bû ku îdia kir sebebkarê teqînê ji Sûriyê çûye Stenbolê.
Medyayên navçê jî li bara teqîna Stenbolê ragihandin ku sebebkarê vê teqînê Nebîl El-Fezliyê 28 salî ji Erebistana Siûdî bû, ew endamekî aktîv yê DAIŞ'ê bû.
Kanala Al-Alamê ragihand ku qaymeqamê Stenbolê berî viya gotibû ku Teqîna terorîstî ya li meydana Sultan Ehmed li nêzîkiya dêyra Eyasofiya û mizgevta Şîn ku ji cih û şûnên girîn ên dîrokî ne qwmî ku di encamê de 10 geştyaran jiyana xwe ji dest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn.
Rêxistina bi navê ''Wilayeta Îslambolê'' (Stenbolê) ku grûpeke ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ye bi weşandina daxuyaniyekê teqîna Stenbolê girte sikura xwe .
Tirkiyê ku hertim piştgiriya xwe ji DAIŞ'ê û terorîstên din înkar kiriye li kêleka Erebistana Siûdî û Qeter û hin welatên derveyî navçê yên wek Amerîkayê li salên vê dawiyê hertim alîkarî û piştgiriya grûpên terorîstî yên wek DAIŞ, Cebhet-ul-Nusre, Ceyş-ul-Îslamê û Ehrar El-Şamê li Iraq û Sûriyê kirine û ji babeta çek û sîlah û fînansî bi şêwazên curbicur ji wan re alîkarî şandine.
Niha nirxankarên vê siyaseta hikûmeta Enqerê dibêjin: Niha eva welatiyên Tirkiyê ne ku berdêla van kiryar û siyasetên hikûmeta Tirkiyê didin.
Li vê çarçovê de serokê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP'ê) Selahedîn Demîrtaş, da zanîn, ku sedema bingehîn a vê rijandina xwînê û rondikên çavan, sedema şerê heyî, ferza sîstema serokatiyê ye û got: Gel niha berdêla vê yekê dide. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê dest pê kir û bê navber dewam dike, her kesên vê yekê pesend nekin, weke dijmin tên dîtin,lewra wan kesan dikuje yan jî digire, ji ber ku biryar dane. Di bin navê serokatiyê de wê dîktatoriyê bînin.
Piştî gotinên newek hev û nedirus û bi hedef ên rayedarên hikûmeta AKP'ê û Erdogan, hikûmetê weşandina nûçeyên li bara teqîna Stenbolê qedexe kir. Ajansa Terend li nûçeke lezgîn de ji zarê rojnama tirkî ya Haberturk ya Tirkiyê ragihand: Rayedarên vî welatî weşandina nûçeyên li bara teqîna roja 12 Çileyê ya taxa Sultan Ehmeda Stenbolê qedexe kiriye û ti medyayeke xwecî heqê weşandina van nûçeyan tine.