Cinayeta cingê ya Erebistanê li Yemenê bi sîlahên amerîkî
Saziya Zêrevana Mafê Mirovan ragihand Hevpeymaniya Erebistanî ji bombên guşî li dij xelkê sivîl bikar tîne.
Saziya Zêrevana Mafê Mirovan li rapora xwe ya herî nû de ser vê yekê ragihand Hevpeymaniya Erebistanî ya li dij Yemenê hin deverên vî welatî pê bombeyên guşî yên modela CBU-58 bombebaran kirine, bombeyên ku li Amerîkayê tên çêkirin.
Li vê raporê de hatiye ragihandinê ku hevalbendiya hanê bi van bombeyan deverên xelknişîn ên wekî nêzîkî Sena paytexta Yemenê kirine hedef ku di encama vê yekê de geek ji malên xelkê wêran bûne.
Birêvebirê beşa hilkolandina sîlahan yaSaziya Zêrevaniya Mafên Mirovan, Stîv Gous got: Erebistanê bi bikaranîna bidû hev bombên guşî li deverên curbicur ên xelknîşîn û sivîl li Yemenê de bûye sedema kuştina bi dehan kesan û birîndarbûna gelek kesên din û gihandina xisarên zav ên fînansî û malî.
Erebistana Siûdî tevî çend welatên erebî hevpeymaniyek pêkanîne li dij Yemenê û bi îzna welatên rojavayê yên wekî Amerîkayê ji dawiya Adara 2015 êrişên giran ser deverên curbicur ên Yemenê ku piraniya wan deveran xelknişîn û yên sivîl bûn, kirin armanca êrişên xwe yên dirindane. Dosiya Erebistanê ku li warê mafê mirovan reş e vê carê sîlahên amerîkî û îngilîzî yên tevkujiyê ji wan sîlahên amerîkî û îngilîzî li êrişên ser xelkê Yemenê bikar tînin.
Rojnama Gardian a Îngilistanê li nîveka sala bihûrî li gotarekê de bi navê ''Yemen û Riswatî û Rûreşiya Firotina Sîlahên Îngilîzî bo Erebiustanê'' nivîsiye: Dewleta Îngilîzê hevdemê despêbûna êrişa ser Yemenê nêzîkî 40 destûrnama firotina sîlahan ji bo Erebistanê dabû karistanên sîlahan yên îngilîzî. Amerîka û Brîtaniya ku hertim dewa parastina mafê mirovan li cîhanê dikin, ji ber berjiwendiyên xwe yên aborî çavên xwe ser cinayetên Erebistanê girtine û mesela mafê mirovan li bara vî welatî dane jibîrkirin. Rojava bi taybetî Amerîka û Brîtanya pêwendiyên xwe tev Erebistana Siûdî li gor berjiwendiyên aborî û bi destxistina dolarên niftê ji riya firotna çek û sîlahên curbicur bo vî welatî organîze û pergal dikin. Hevpeymaniya dagîrker a Erebî bi serkirdetiya Erebistanê li mideha neh mehan êrişên dirindane û hovane li dij Yemenê û gelê vî welatî negihête hedefên xwe, lê niha Yemen bûye meydan û nîşangeha cinayetên siûdî û hevpeymanên wê.
Erebistana siûdî bi saya bêdengiya piştgirên xwe yên rojavayî ku bi tenê li berjiwendiyên xwe yên aborî difikirin, bi sîlahên wan yên tevkujiyê gişt binavahî, malên xelkê, medrese û navendên çandî û aborî û nexweşxane li Yemenê wêran kirine û di encama cinayetên xwe bi hezaran kes ji xelkê sivîl yên yemenî ku piranî jin û zarok in qir kirine û bi hezaran kes jî birîndar û bi sedan hezar kes jî aware û koçber kirine. Yek ji van cinayetên siûdiyan bikaranîna sîlahên tevkujiyê yên wek bombeyên guşî ne ku eva bi xwe dibe sedema tevkujiya xelkê sivîl, lê dewekarên parastina mafê mirovan li vî warfî de jî xwe bê deng kirine û ti karekî nakin.