Pêgîriya rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê ser girîngiya hilbijartinan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i203820-pêgîriya_rêberê_Înqilaba_Îslamî_ya_Îranê_ser_girîngiya_hilbijartinan
Hz. Ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê mesela hilbijartinan meseleke pir girîng û nemeteke rastîn û mezin da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2016 16:19 Asia/Tehran
  • Pêgîriya rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê ser girîngiya hilbijartinan

Hz. Ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê mesela hilbijartinan meseleke pir girîng û nemeteke rastîn û mezin da zanîn.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî îro li hevdîtina pêşnimêjên înê yên seranserê Îranê da zanîn ku bereketa hilbijartinan ji dîtina kûr û rê û rêça Îmam Xumeynî (re) çavkanî girtiye. Çûnku Îmam Xumeynî (re) hilbijartin li nizama îslamî ya Îranê pêwîst û xelk xwediyê welêt dizanî û bawer bû biryar û bijartina ku xelk cih tîne divê bi feyda û sûd bibe.

Li çend mehên pêşber wê li Îranê de hilbijartinên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û meclisa xubreyên rêberiyê bi rê kevin û nêzîkî 12 hezar kesan xwe kirine berbijar bona meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û nêzîkî 800 kes jî bone berbijarê meclisa xubreyên rêberiyê û niha wezareta karên hundir û konseya parêzvana qanûna bingehîn a Îranê mijûlî hilkolandina jêhatîbûn û şert û mercên berbijaran in.

Eva nêzkî 40 salan e ku ji serketina Înqilaba Îslamî li Îranê nderbas dibe li vê midehê de bi awayekî navgîn li ser hev salê carekê xelkê vî welatî diçin ser sindoqa dengan û kesên ku dixwazin û pê baweriya xwe hene ji bo posta serokkomariyê, endamên meclisa şêwra Îslamî û meclisa xubreyên rêberiyê û konseyên îslamî yên bajar û gundan dibijêrin.

Li van hilbijartinan de gher sal hejmara kesên ku li dengdayînê beşdar dibin zêde bûne an bi gotineke din ew bi awayekî piranî li van hilbijarttinan beşdariyê dikin. Lewra çawa ku rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dibêje: Hilbijartin nemeteke bi xêr û bereket ji bo nizama Komara Îslamî ya Îranê û encamên wê beşdariya xelkê li diyarkirina qedera xwe ye û ji bilî viya ew dibe sedema ewlehî û îstiqrarê ji bo welêt û Komara Îlamî ya Îranê.

Li gorî gotina rêberê Înqilaba Îslamî, hilbijartin li warê navxwe dibe sedema zêde û îstembûna hesta serxwebûn û huwiyet û bi bandorbûna netewê Îranê û li warê navçê û cîhanê jî dibe sedema romet û hitbara welêt û nizama Îslamî. Çawa ku xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Hz. Îmam Xumeynî (re) û rêberê Înqilaba Îslamî Hz. Ayetullah uzma Xamineyî bi caran desnîşan kirine li Komara Îslamî ya Îranê de deng û bawera xelkê ji bo bijartina karbidest û rayedarên welêt ji wan karên sereke ne. Rêberê Înqilaba Îslamî bi caran aniye ziman ku dengê xelkê mafê gel (Heq-ul-Nas) e û berpirsên birêxistina hilbijartinan divê gişt xebat û hewldana xwe bikar bînin ku ev hilbijartinan bi saxlemî û dirustî bi rê ve biçin.

Karekî girîng berî birêketina hilbijartinan eva ye ku jêhatîbûna berbijaran were piştrastkirin ku niha ev kara ji bo hilbijartina pêşber cih tê. Li vê qonaxê de rewşa hezaran kesên ku bona berbijariyê navê xwe nivîsînê bi diqet û hûrî tê hilkolandinê da ku mirovên qenc, dilsoj û jêhatî ku li fikra pêşxistina welêtên werin bijartin, ji bo vê yekê girîng nîne ku ew ji kîjan partî û grûpeke qanûnî yê nav welêt in.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi caran xelk û rayedarên welêt hişyar kirine ku nehêlin mirovên dijmin di nav postên birêvebirina welêt rê peyda bikin . Bi gotina rêberê Înqilabê, bereya berfire ya dijminên Înqilabê û gel hertim dixebite bona pêşvebirina komployên xwe. Çûnku ew ji ber berfirebûna raman û îdeyên Îslama resen li deverên curbicur ên cîhanê li nav fukaran in û vê yekê ji xwe re taluke dibîne.

Meseleke girîng û hestyar li hilbijartinan, tamakariya Amerîka li hilbijartinan e ku radigihîne dixebite ku li Îranê de guhertin pêk were, lê çawa ku rêberê Înqilaba Îslamî dibêje: Xelkê Îranê wê guhertinê dixwaze ku navbera welêt û civakê ligel Îslamê kêm bike û dûrbûnê ji nav bibe, Lê Amerîka dixebite civaka me ji hedefên Înqilabê dûr ke û Îranê bêxe nav riya hedefên Amerîkayê ku eva hişyariya netewê Îranê li hemberê derzkirina mirovên Amerîkayê nav postên birêvebirina welêt, pêwîst dike.