Rûniştina Viyenê û bê encamiya plana dembendiya wêdadayîna Beşar Esed
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i199457-rûniştina_viyenê_û_bê_encamiya_plana_dembendiya_wêdadayîna_beşar_esed
Rûniştina Navneteweyî ya Çareseriya Krza Sûriyê li Viyenê paytexta Utrîşê bi weşandina daxuyaniyeke neh xalî karê xwe kuta kir. Ev rûniştina bi beşdariya wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Erebistan û welatên din û Yekitiya Ewropayê (YE) û Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) duh li Viyenê bi rê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2015 14:29 Asia/Tehran
  • Rûniştina Viyenê û bê encamiya plana dembendiya wêdadayîna Beşar Esed

Rûniştina Navneteweyî ya Çareseriya Krza Sûriyê li Viyenê paytexta Utrîşê bi weşandina daxuyaniyeke neh xalî karê xwe kuta kir. Ev rûniştina bi beşdariya wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Erebistan û welatên din û Yekitiya Ewropayê (YE) û Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) duh li Viyenê bi rê ket.

Ji bo cara yekem bû ku wezîrê karên derve yê Îran li rûniştineke navneteweyî li bara Krîza Sûriyê beşdar kir. Îran welatekî bi bandor û xwediyê roleke girîng e li hevsengî û çareseriya pirsgirêkên navçê û navneteweyî û piştî Lihevkirina Navokî ya vî welatî rola wê zêde û berfire jî bûye.
Her ji ber vê rola girîng ya Îranê jê hate xwestin ku li rûniştina dudiyan ya Viyenê ser krîza Sûriyê beşdar bibe. Îranê li vê rûniştinê de rastiyên li bara krîza Sûriyê raber kirin û jinavbirina terorîzma DAIŞ'î pêşvetir ji her rêçareyekî mentiqî û siyasî bo krîza Sûriyê da zanîn.
Daxuyaniya dawiyê ya rûniştina Viyenê herçend ku nîşaneke serkevtinê û pêşveçûnê bo çareseriya krîza Sûriyê ye, lê hîn jî hin welatên wekî Erebistan, Tirkiye, Amerîka û hin welatên din li ser wêdaçûna Beşar Esed ji ser hikûmetê îsraê dikin û hewldidin terseyê qayide û qirarên demokratîk dewsa gelê Sûriyê biryarê bidin û bernameke dembendîbûyî ji bo wêdadayîna Esed di nav daxuyaniya Viyenê cih bidin ku Rûsya û Îranê ev yeka nepejirandin. Van hewldanên welatên hanê ku li ser wêdaçûna Esed Îsraê dikin siya xwe ya reş avêtiye ser Rûniştina Viyenê û encama vê rûniştinê bê reng kiriye.
Îran wekî welatekî bi bandor li çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê, li ser rola xelkê vî welatî bona kivşkirina qedera xwe disekine û dibêje eva netewê Sûriyê ye ku divê li bara pêşeroja Beşar Esed biryarê bide û ji ber vê prensîpa girîng û qebûlnekirina ti şerteke pêşekî, li rûniştina navneteweyî ya Viyenê beşdarî kir.
Îran bawer e ku divê xelkê Sûriyê bi xwe li bara Esed û pêşeroja wî biryar bide, meselên din ku anagorî bawera Îranê ne û li daxuyaniya neh xalî ya rûniştina Viyenê hatine berçav girtin, parastina serweriya neteweyî ya Sûriyê, parastina yekperçetiya axa vî welatî, xebata li dij terorîzm û kemilandina pêvajoya siyasî ya çareseriya krîza Sûriyê ne. Ev pêngava encama rastbînî û dûrbîniya Îranê li bara krîza Sûriyê ye.
Îranê hertim bereya li dij hikûmeta Beşar Esed hişyar kiriye ku her kar û kiryarek ji bo çareseriya krîza Sûriyê bêyî berçavgirtina xwesteka netewê Sûriyê û ji her tiştî girîngtir nesekinîna ser jinavbirina erorîzmê dûhatên xwe yên herî xirab hene ji bo rojava û piştgirên terorîstan.
Gef û tehdîda terorîsmê li Sûriyê û Iraqê êdî ayidî van du welatan bi tenê nabe û ji sînorê wan derbas bûye . Êrişên terorîstî li nav Tirkiyê (li Enqere û Pirsûsê) û di nav Erebistanû Kuweytê û gefxwarina DAIŞ'ê li Amerîka û Welatên Rojavayê îsbat dike ku terorîzm her welateke li cîhanê xistiye ber taluke û tehdîdê. Vegerîna ciwanên terorîst yên endamên DAIŞ'ê nav welatên ewropî ku welatiyên wan deran in li pratîkê de ji wan welatan re zengila talukeyê lêdaye. Li vî halî de sistiya li ber terorîzmê û berçavnegirtina cixîzên sor û rastiyên Sûriyê dûhatên xirab hene ji bo kesên ku wezîfedariya xwe li van babetan cih naynin, vêca jinavbirina terorîzmê pêşvetir ji her kar û kiryareke siyasî bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê ye.