Dewama qeyranê, pirsgirêka pêşberî Tirkiyê piştî hilbijartina parlimanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i199449-dewama_qeyranê_pirsgirêka_pêşberî_tirkiyê_piştî_hilbijartina_parlimanî
Tevgerên siyasî-ewlehiyê yên Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) dê pêşbîniya encamên hilbijartina berwext a parlemaniyê ya sibê yekşemiyê, 1`ê mijdara 2015`an, a Tirkiyê nemimkin bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2015 10:14 Asia/Tehran
  • Dewama qeyranê, pirsgirêka pêşberî Tirkiyê piştî hilbijartina parlimanî

Tevgerên siyasî-ewlehiyê yên Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) dê pêşbîniya encamên hilbijartina berwext a parlemaniyê ya sibê yekşemiyê, 1`ê mijdara 2015`an, a Tirkiyê nemimkin bike.

Rojnameya Şerqa çapa Têhranê li hejmara xwe ya îro şemiyê, li şiroveyekê amaje bi hilbijartina parlemanî ya berwext a Tirkiyê ku di 1`ê mijdara 2015`an dê were birêxistin kir û nivîsî: Siyaseta serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan li hilbijartina parlemanî ya sibê, bikaranîna siyaseta çêkirina qeyranan û pêkanîna rewşa polîsî û tirs û wehşeta siyasî li hundirê welêt û nakokî û kêşeyên derveyî ye.
Li gorî nivîsîna rojnameya Şerqê, Receb Teyib Erdoxan mijara pêla penaxwazên sûrî û pirsgirêka Ewropayê li hemberî vê qeyranê herî baş bi kar aniye û sefera hefteya buhurî ya serokwezîra Almanyayê, Angêlla Mêrkêlê bo Enqerê jî li vê çarçoveyê hatiye bikaranîn.
Rojnameya Şerqê bal kişandiye ser rewşa navxweyiya Tirkiyê û rola Partiya kurdî ya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li hilbijartina parlemanî ya berwext a roja yekşemiyê û nivîsiye: Erdoxên bi saya pêkanîna rewşa polîsî û tirs û wehşetê di warê siyasî da û berfirehkirina pevçûnên leşkerî li bajarên kurdnişîn ên rojhilat û başûrê rojhilata vî welatî bi taybet bajarê girîng û stratijîk ê Diyarbekirê di rastiyê da dil û navenda dengên HDP`ê kiriye armanc.
Rojnameya Şerqê her wiha nivîsiye ku li gorî birêxistina hilbijartina parlemanî li gişt deverên Tirkiyê bi taybet deverên kurdnişîn bêyî astengî û berbendên hikûmetê, tu şans û bexta serketina serdestane û tekûz a AKP`ê tine.
Vî rojnameya çapa Têhranê he wiha nivîsiye ku di rojên piştî hilbijartinê dê hema wisan Tirkiye di nava qeyranên siyasî-civakî bimîne û ev çarenûseke şûm û nepîroz e ku Erdoxên bi armanca bidestxistina desthilatdariya Tirkiyê li ser vî welatî sepandiye.