Civîna Viyenê; Derfetek ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê
Çirî 29, 2015 10:01 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bi serokatiya taximeke derecebilind a siyasî li civîna vekolandina rewşa Sûriyê, li Viyenê beşdar dibe.
Ev amadebûna li ser vexwendina Komara Islamî ya Îranê ji bo beşdariya li vê civînê ye ku roja îniyê, 30`ê cotmeha 2015`an, li ser mijara Sûriyê li Viyena paytexta Otrîşê dê were birêketin.Wezîrê karên derve yên Rûsya, Amerîka, Erebistan û Tirkiyê, Sêrgiyî Lavrof, Can Kêrî, Adil Cubeyr û Firêydon Sînîroxlû her wiha wezîrên karên derve yên Almanya û Fransyaê ji beşdarên vê civînê ne.
Nûnerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê, Stifan Dî Mîstûra jî wek nûnerê serokê vê rêxistinê, Ban Kî Mûn dê beşdarî vê civînê bibe.
Hinek ji çavdêran vexwendina Îranê ji bo beşdariya li civîna Viyenê wek nîşana guhertina lezgîn û herî styratijîk a helwêst û nêrîna welatên rojavayaî li bara Îranê di warê danûstandinên bi hev ra didin zanîn.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Kêrî li axaftina xwe li navenda lêkolînên Karingî li Waşîngtyona paytexta vî welatî, berî sefera xwe bo Viyenê got: Eger çi ku peydakirina şêwaz û rêçareyekê ji bo pêşdaçûna aştiyê li Sûriyê dê hêsan nebe, lê ev civîna derfeta herî bi hêvî ji bo diyarkirina rêçareya siyasî ya ji bo çareaseriya qeyrana Sûriyê ye.
Qeyrana Sûriyê ku ji sala 2011`an va heta niha didome, mijareke çendalî ye; Bi vê wateyê ku ji bilî mijarên navxweyî, hokarên derveyî jî rola wan li pêkhatina wê heye; Ji ber vê yekê ji bo çareserkirina vê qeyranê hin astengî û berbend hene ku berbenda herî sereke û girîng têkiliya rasterast di navbera çalakiya komên çete û têrorîst û piştgiriyên derveyî ji wan e. Di vî warî da em dikarin bi eşkeretî û ronî amaje bi kiryarên Amerîka û hevpeymanên wî li herêmê bi taybet Tirkiye û Erebistanê bikin ku rola wan li Sûriyê heta berî guhertinên vê dawiyê û guhertina hevsengiya hêz û desthilatdariya artêşa Sûriyê li hemberî DAIŞ`ê, li ser esasa wêdadayîna Beşar Esed ji ser desthilatê bû.
Lê guhertinên Sûriyê nîşan dan ku tevî zext û zorên zêde yên siyasî û aborî û êrîşên berfreh ên komên têrorîstî, têoriya wêdadayîn û hilweşandinê tu cîgeheke xwe li hevsengiyên siyasî û leşkerî li Sûriyê tine. Loma, tenê rêçare ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê, rêçareya siyasî ye. Ji ber vê yekê birêxistina civîna Viyenê li bara Sûriyê bi amadebûna bereyeke berfireh ji çalakvan û lîstikvanên bibandor li vê mijarê dikare riyeke teze ji bo çareserkirina vê qeyranê ava bike. Tevî vê yekê rola xerabkarane ya Erebistanê li Sûriyê ciddî ye û Erebistan wek hevpeymanê kevn ê welatên rojavayî li navçeyê, a niha pêwîst e ku li gotûbêjên navneteweyî li bara Sûriyê, venihêrînekê li bara vê rola xwe pêk bîne.
Eger çi ku Sûriye di heyama çar salên buhurî da bûye navendek ji bo pêkanîna cinayetan ji aliyê komên çete û têrorîst va û bi nav û nîşanên islamî, lê di vê pêvajoyê da, rola sereke ya gurrkirina agirê şer û pevçûnan li ser milê piştgirên wan ên sereke wek Tirkiye û Erebistanê bûye. Bi saya guhertina hevsengiya ku li Sûriyê di warê şerên meydanî li dijî DAIŞ`ê pêk hatiye; A niha wek rastiyekê divê em bipejirînin ku divê bi nêrîneke teze ,li pêşeroja Sûriyê em binêrin. Gotinên rayedarên Koşka Sipî nîşan didin ku Koşka Sipî ev guhertina bi awayekî ciddî berçav girtiye. Lê gotinên paşveroyane yê wezîrê karên derve yê Erebistanê ji bo nîşandana rola Îranê wek hokareke xerabkarane li Sûriyê hema wisan nîşana liberxwedana bê sûd û bêhûde li hemberî pêvajoya li halê guhertinê li Sûriyê ye. Hinek ji şirovekaran vexwendina Îranê ji bo beşdariya li civîna Viyenê li bara qeyrana Sûriyê têkçûnekle mezin ji Erebistana Siûdî piştî lihevkirina navokî ya di navbera Komara Islamî ya Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar dane zanîn ku ewna herî zêde nigeran kirine.
Ev rastiyeke ku Têhran gişt derfetên xwe ji bo bidestxistina rêçareyeke hevseng û mayînde li ser esasa dengên rasteqîn ên xelkê Sûriyê bi kar tîne û amadebûna misteşarî û rawêjkariya Îranê li Sûriyê jî li vê çarçoveyê hatiye zanîn.
Wisan ku sêkrêtêrê Encumena Bilind a Asayîşa neteweyiya Komara Islamî ya Îranê roja çarşemiyê li civîneke ligel nûçegihanan li Islam Awatê bi bîr xist: Îran hertim li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên vî welatî ji riya gotûbêjan pêgirî kiriye û a niha jî Îran bêyî tu pêşmerc û şertekê beşdarî gotûbêjên Sûriyê bûye.