Gotûbêja serokomarê Îranê bi kanala CBS'ê ra
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i197575-gotûbêja_serokomarê_Îranê_bi_kanala_cbs'ê_ra
Serokê Komara Islamiya Îranê, riya bidestxistina rêketina navokî, riyekî pirr dijwar û bi evraz û nişîviyên zef wesif kir, lê dawî û hasila wê serketinekî mezin ji bo her du aliyan zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2015 15:01 Asia/Tehran
  • Gotûbêja serokomarê Îranê bi kanala CBS'ê ra

Serokê Komara Islamiya Îranê, riya bidestxistina rêketina navokî, riyekî pirr dijwar û bi evraz û nişîviyên zef wesif kir, lê dawî û hasila wê serketinekî mezin ji bo her du aliyan zanî.

Hesen Rûhanî şeva buhurî li gotûbêja tev Bernameya 60 Deqîqe ya têlêvîzyona CBS'ê bi sekinîna ser vê mijarê, li bersiva idiayên pûç û bê bingeh ên welatên rojavayî li bara armancên Îranê li babeta bidestxistina zanista biaştiya navokî jî got: Heke welatekî bixwesta bi çavkaniyên têknîkî ku hene bomba atomê bi dest bixe, ev rêketina rêketineke zef pîs û xirab ji bo wî dihat hesêb, lê heke welatek hema ji destpêkê va bi dû têknolojiya biaştî bûye, tiştek ji dest nedaye. Rûhanî ser vî esasî bi bîr xist ku li vê rêketinamê me hin sînor bo demên kifş qebûl kirine ta ku em bikaribin pêbaweriyeke zêdetir li cîhanê pêk bînin.
Renge mirov bikare mijara pêkanîna pêbaweriyê kilîdek ji bo çareserkirina gellek pirsgirêkan ji wan mesela navokiya Îranê bizane, lê berî gengeşeya di vî warî da ku gelo pêbawerî çawan pêk tê, divê ev xala bê berçavgirtin ku gelo çima pêbawerî ji nav çûne.
Rastî eva ye ku meseleya Îranê li gorî nêrîna welatên rojavayî pirsgirêkekî seratir ji pêkanîna pêbaweriyê têkildarê mijara navokî ye û di esasê da pirsgirêka di navbera Îranê û welatên rojavayî û bi awayekî taybet bi Amerîkayê ra, ferq û cudatî û dûrketinên kûr yên berê li peywendiyan û her wisan li nêrîna têkildarê alûgurên navçê û navnetewî ye.
Amerîka ji destpêka serketina Inqilaba Islamî va li hemberî viyan û daxwaza gelê Îranê sekinî û nasnama Inqilaba Islamî bi hegera dijberiya li hemberî zilmê û qebûlnekirina siyasetên mudaxilekirinê yên qawetên serdestîxwaz li qedera miletên belengaz, berovajî armancên xwe yên zêdexwazî û zordariyê zanî.
Eyan e ku ev dijberiya heta dema ku nêrîna Amerîkayê di vî warî da neguheriye, yê berdewam be û bi dû wê jî dijminatî jî yê bidomin, lê li gorî teybîra serokê Komara Islamiya Îranê bandor û şopên pêngavên ku di çend salên dawiyê da hatine rakirin, niha bere bere aşkera dibin.
Mînakeke ji vê guhertinê li gengeşeya ser bernama navokiya Îranê ye. Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) heta niha hin pêngav ji bo pêkanîna pêbaweriyê rakirine û li serdana duh a Amano bo Têhranê em bûn şehedê pêngavekî girîng a din di vî warî da.
Îranê û Ajansê li hev kirin ku ev meseleya safî bibe û bigihêje encama dawiyê û eva nîşaneyeke erênî ya rêketinê ji bo çareserkirina mijarekî zef lihevaliyayî li ser masa muzakirê ye ku dikare pêşiya kûrtirbûna xirabtêgiheştinan bigire.
Eva yekemîn pêngav di riya pêbaweriyê da ye, lê wisan ku Rûhanî got, ji bo bidestxistina pêbaweriyê di navbera Îranê û Amerîkayê da demeke dûr û dirêj pêwîst e.
Siyasetên Amerîkayê mideha zêde ji 50 salî berî niha ve li dij berjewendiyên netewî yên Îranê bûne û gelê Îranê vê yekê ji bîr nakin. Amerîkayê dema êrişa Sedam serokomarê îdambûyî yê Iraqê ser Îranê pişta wî girt û Sedam pê sîlehên kîmyewî yên welatên rojavayî ji wan yên Amerîkayê, gelê Îranê dan ber bombeyan. Amerîkayê balafira rêwîhilgira Îranê li esmanê Kendava Farsê da ber mûşekan û di encamê da 290 welatiyên îranî hatin kuştinê.
Amerîkayê her wisan piştgirî daye komên têrorîstên ên dijî Îranê.
Bi ser hev da Amerîkayê li bara Îranê gellek şaşitî kirine û divê dewsa wan tijî bike û bicebirîne.
Eva rastiyek e ku Barak Obama serokomarê Amerîkayê jî li hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê bi kanala CNN'ê ra derheq wê li xwe mukur hat, lê bi xwe jî bi dubarekirina şaşitiya berê, gef li Îranê xwar û idia kir ku Îran pişta têrorîsmê digire.
Rûhanî li hevpeyvîna tev kanala CBS'ê got: Heke Amerîka dijminatî û kînê bide alîkî û nêta xêrê destpê bike û şaşitiyên berê bicebirîne, rewşa pêşeroja Îran û Amerîkayê dê biguhere. Rûhanî her wiha got: Ya girîng eva ye ku em di çi riyekî da pêş da diçin.
Rêketina navokî di vê pêvajoyê da dikare ceribandek ji bo îzbatkirina guherîna helwestan be, lê divê mirov di pêşerojê da li bara vê guherînê helwestê nîşan bide. Wisan ku Rûhanî gotiye, hela tişta ku li ser rêketin pêk hatiye, cih nehatiye û divê cih bê.