Sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê
Îlon 14, 2015 07:51 Asia/Tehran
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro sefera xwe ya Çînê destpê kir da ku bi rayedarên welatê hanê li bara peywendiyên dualî û meselên navçeyî û navneteweyî gotûbêjê bike.
Sefera Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ya Çînê yekim sefera wî bo vî welatî piştî hevhatina navokî ya Îran û koma 5+1`ê ye.Niha zêde ji 4 dehekan ser damezrandina peywendiên siyasî navbera Îran û Çînê derbas dibe. Tiştê ku peywendiyên Îran û Çînê heya niha parastiye,xweyîkirina rêz û hurmeta hakimiyeta neteweyî, mudaxilenekirina li karbarên navxweyî yên hev, serbiwetiya li siyaseta derve û hevkariyên li gor berjewendiyên dualî bûye. Lê rasitî eva ye ku rola du welatan divê wek du aktorên bi bandor li rojhilat û rojava Asiyayê binirxînin ku di eynî demê de peywendiyên dîrokî bi qasî mêjûya riya Armûşê hene, Herçend ku peywendiyên siyasî û aborîiyê yên du welatan li salên buhurî pêrgî hin mudaxile û berbendên ji aliyê rojava ve hatiye.
Lê niha dewra piştî boykotê, nabe ku peywendiyên Îran û Çînê tenê li çarçêva peywendiyên aborî de şirove bikin ji ber ku di rewşa niha de pîvanên nû li van peywendiyan hatine zêde kirin.
Îran û Çîn ji ber peywendiyên dîrokî yên siyasî, nihêrînên hevpar jî li bara meselên navçeyî û alûgurên navneteweyî hene û eva yek ji faktorên giring li peywendiyên du welatan tê hisabê.
Çîn wek yek ji endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistian Netewan li salên çûyî ne tenê hewl daye berpirsiyariya zêde li hember alûgurên navçeyî û cihanî hebe belkî lê digere ku roleke çalaktir û zêdetir li xwe li ev mesele û navçan nîşan bide ku li gorî berjewendî û ewlehiya vî welatî bin.
Çîn her wiha wek endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê ku Îran jî têde wek endamê çavdêr e bawerî bi hevdengiya navçeyî heye û ev meseleya daniye nav bernama sereke ya stratejiya xwe. zirûfên ku Îran û Çînê hene dikare vê rolê bona pêkanîna hevalbendiya navçeyî bo aşitiyê bihêz bike ku ji fikrên Îranê bona alîkariya bo aşitî û ewlehiya navçê ye .
Bi bawera çavdêran, zêdebûna fukara derheq bêewlehiyên mesela DAIŞ`ê li navçê bûye sedem ku Çîn tevî hemû têbînî û muhafizekariyên siyasî roleke bibandortir li rojava asiyayê hebe. ji ber ev hemû rasitî û pêwîstiyan, hevkariya Îran û Çînê bo her du aliyan giring e.
Niha peywendiyên dualî yên Îran û Çînê bi lezgînî berfireh dibe. Loma bêguman Çîn li muzakirên navokî wek yek ji endamên 5+1`ê hin berpirsiyarî li hember cihanîna rêketinnama navokî û têkiliyên navokî tev Îranê heye û hevdîtina Zerîf ser deweta hevtayê wî yê çînî derfetek bo hilkolandina hevkariyan û dewama têkiliyên siyasî ji ber rewşa pir hesas a navçê pêk aniye. bi taybet ku Çînê bi tekezkirina ser rola bingehîn a îranê hez dike ku boan damezrandina istqrar û ewlehiyê li navçê bi Îranê er zêde hevkariyê bike.
Di vê çarçêvê de Îran û Çîn peywendiyên xwe li riya hevkariya li hemû warên siyasî, aborî, ewlehî û rawestana li ber gefên hevpar bi pêş ve dibin.