Yemen kabûsek ji bo hêzên Hevalbendiya Ereb
Îlon 05, 2015 08:43 Asia/Tehran
Bere berê kutabûna pêncemîn meha destdirêjiya koma bi navê Hevalbendiya Ereb bi serkêşiya Erebistana Siûdî ser yemenê, sekinîna li hemberî hêzên gelanî û artêşa vî welatî bo hêzên dagirkir bûye kabûsek.
Di encama êrişa bi mûşekan a duh ya artêşê û hêzên gelanî yên Ymenê ser pêgeha hêzên dagirkir nêzîkî devera Safir li wilayeta Marebê da herîkêm 50 hêzên dagikir ên imaratî, behrêynî û erebistanî hatin kuştin ku eva êrişa herî bikuj ser hêzên Hevalbedniya Ereb piştî êrişa ser Yemenê ji 26 Adarê va tê hesêb. Dewleta Imaratê kuştina 45 hêzên vî welatî di encama êrişa duh a mûşekî ya artêş û hêzên gelanî yên Yemenê ser pêgeha hêzên Hevalbedniya Ereb li wilayeta Mareba Yemenê piştrast kir û li seranserê Imaratê jî 3 roj şîna giştî ragihand.Di encama êrişa ser pêgeha Safirê li wilayeta Mareba Yemenê da, bilî hêzên imaratî, nêzî 10 serbazên behrêynî û erebistanî jî hatin kuştin.
Imaratê li halekî ji ber kuştina 45 serbazên xwe li wilayeta Marebê, 3 roj tazîdariya giştî ragihand ku li gorî amarên saziyên navnetewî, nêzî 11 hezar sivîlên yemenî ji wan bi sedan jin û zarok ji Adara buhurî va heta niha di encama êriş û dorpêçiya Yemenê ji aliyê Hevalbendiya Ereb va hatine kuştin û birîndar bûne.
Erebistan, Imarat û Behrêynê ji 26 Adara buhurî va bi merema vegerandina Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî û reviyayî yê Yemenê ser desthilatê, bi çend welatên din ên ereb ra hevalbendiyek saz kirin û êrişên giran ser gelê Yemenê û nijyara vî welatê hejar ê ereb destpê kirin. Lê gel û hêzên yemenî bi berxwedana bêhempa di vê midehê da îzbat kirin ku bi berxwedana li hemberî destdirêjkiriya hikimdarên ereb û tevî bitûnê pirsgirêkan dikarin bi serbilindiyê gel û warê xwe biparêzin û operasyona duh a Safirê mînakek ji vê şiyanê ye.
Di rastiyê da Hevalbendiya Ereb bi serkirdetiya Erebistanê heta niha netenê nekariye li Yemenê bigihêje armancên xwe, ji wan zivirandina Mensûr Hadî ser desthilatê, belkî êrişên wî welatî ser tevgera gelaniya Ensarulahê ku ewlehiya bajarên Yemenê dabîn dike, encameke bilekis hebûye û bajarên vî welatî yek li pey yê din ketine bin kontrola hêzên gelanî û artêşê.
Erebistanê di vê midehê da bi cinayetên zef dijî gelê Yemenê,gelê vî welatî, navçê û civaka cîhanî hêrs kirine û birêxistina xwepêşdanên rojane dijî siyasetên zêdexwaziya rejîma siûdî li deverên curbicur ên cîhanê niha ev rejîma xistiye rewşeke dijwar da.
Şirovekir ser vê bawerê ne ku di rewşekî wiha da rejîma siûdî bi piştgiriya hin hêzên hevdengê xwe hewl dide pê birêxistina civînên navçeyî û navnetewî, yên wek civînên Riyaz û Jênêvê, rê ji bo derketina birûmet a xwe ji qobiya Yemenê xweş bike, lê tişta eyan e eva ye ku rejîma Erebistanê di her halî da, derdaiyê vê meselê ye û hewldana bo ji nav birina cinayetên Erebistanê dijî gelê Yemenê bi hêsanî pêkan nîne.