Gotinên rêberê Înqilaba Îslamî di nav endamên meclisa xibreyên rêberî
Îlon 03, 2015 15:19 Asia/Tehran
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah uzma Xamineyî îro li hevdîtina serok û endamên meclisa xibreyên rêberiyê, bal kikşande ser hewldanên zav ên bereya serdestxwaz û îstikbarê ji bo tehmîlkirina tor û edeb û peyvên xwe yên sexte û çewt li rayedara û birêvebirên welatan.
Rêberê Înqilaba Îslamî li vê çarçovê de desnîşan kir ku li edebiyata pergala serdestxwaz, peyv û êdyemên wekî terorîzm û mafê mirovan , wate û meniyeke xwe ya taybet heye. Li vê edebiyatê de êrişên ser gelê yemenê û qirkirina wan ku şeş mehan bêrawestan berdewam dikin û her wiha qirkirina gelê bêguneh yê Xezeyê, terorîzm nîne û serkutkirina gelê Behreynê ji bo ku heq û mqfê xwe yê dengdayînê dixwazin, qet wekî binpêkirina mafê mirovan nayê hesabê.Rêberê Înqilaba Îslamî her wiha got: Li tor û Edeba pergala serdestxwaz, berevaniya rewa li Lubnan û Filistînê wek terorîzm tê nasandinê, lê kar û kiryarên welarên zorbêj û nêzîkî Amerîkayê li navçê de li dij mafê mirovan nayê hesibandin.
Hz. ayetullah uzma Xamineyî her wiha eşkera kir ku li vê tor û edebê de, terorkirina zanyarên navokî jî ku siyonîstan bi eşkera îtiraf kirine ku karê wan bûye û hin welatên ewropî jî li xwe mukir hatine ku li warê piştgiriya ji vê kiryarê rola xwe hebûne, qet wek kiryareke terforîstî nehatiye hesabê.
Netewê Îranê tevî gef û boykotên dijminan, bi palpiştiya bawermendiyên xwe û rawestana ser prensîp û qayide û qirar û pergala xwe ya fikrî ku li gor rawestana li ber zilm û zorê û piştgiriya ji mafên xwe û netewên mezlûm û misilman ên cîhanê ye, li riya pêşketin û geşatiyê gavan davêje. Li vê rêkê de berevaniya Îranê ji mafên navokî jî qonaxek e ji berxwedan û rawestana netewê Îranê li ber pergala zorbêj û zalim .
Rêberê Înqilaba Îslamî li bara lihevkirina navokî de jî li ser pêwîstiya hilkolandin û vekolandina Bernama Giştalî ya Pêngavên Hevpar ji aliyê meclisa şêwra îslamî sekinî û got: li bara şêwaz û riya hilkolandin an pessendkirin û redkirina wê bernamê ti tiştekê nabêje meclisê û eva nûnerên xelkê ne ku divê li bara wê biryar bidin.
Hz. ayetullah uzma Xamineyî li bara gotinên rayedarên amerîkî derheq parastina çarçova boykotan jî got: Hedefa muzakireyan rakirina boykotan bû. Eva ku li muzakireyam li hin babeta em ji gotina xwe derbas bûn û me hin serpişkî dane, hedef rakirina boykotan bû, ne ku beşdariya li muzakireyan pêwîst nedikir û me karê xwe berdewam dikir û me dikarîn 19 hezar santerîfiyujên xwe li demeke kurt de bigihînin 50 an 60 hezar santerîfiyujan û zengînkirina li asta sedî 20 jî berdewam bikira .
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê her wiha gotku heke boykot bimînin, danûstandineke jî tine, vêca divê ev mesela hedefa vê mijarê zelal bike.
Bê şik ev zext û zorana parek ji komplo û dijminatiya neyar û dijminan li ber netewê Îranê ye ji bo ku rê li ber pêşveçûna Komara Îslamî bigirin. Bi gotina rêberê Înqilaba Îslamî, li meydanê bûyîna welatekî Îslamî wekî Îranê, bûye sedem ku îstikbar û kufir hesabê karê xwe li vir bike û destê xwe li vir berhev bike. Wekî rêberê Înqilabê dibêje, dijminatiya pergala sedestxwaz xewn û xeyal nîne, belkî rastiyek e ku mînaka wê ya herî mezin hikûmeta Amerîkayê û kartelên aborî yên siyonîstî yên piştgirê koşka Sipî ne.
Gotinên nezelal û xeyalî rayedarên amerîkî li navçê de vê yekê eşkera dike ku welatên rojavayê tevgereke nehînî bi saya medyayan pêk anîne ku dixebitin pê Îranê ber bi alozî û kêşeyê bimeşînin. Her ji ber vê yekê ye ku Rêberê Înqilaba Îslamî hertim ji netew û dewleta Îranê dixwaze ku li ber komployên dijminan hişyar bibin û gotinên wî yên îro jî pêgîriyeke dubare ye ser vê mesela girîng.