Erdogan û hizûra wî li rikeberiyên hilbijartinê li nav Tirkiyê
Tebax 28, 2015 11:33 Asia/Tehran
Receb Teyib Erdogan, ji xelkê Tirkiyê xwest ku bi aqilmendî, pişkdariya hilbijartina parlemanî ya vî welatî bikin ta ku pirsgirêkên hilbijartina 'ê Hezîranê careka din li nav Tirkiyê dubare nebin.
Wisa diyar e Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, careka din biryar girtiye teblîqatên hilbijartinê ser qazanca AKP'ê dest pê bike û pê vê diroşmê ku AKP dê ewlehiyê bîne nav Tirkiyê, ketiye nav rikeberiya xwe ya hilbijartinê.Erdogan li halekê ser xêr û qazanca AKP'ê ketiye nav rikeberiyên hilbijartinê ku gorî qanûna bingehîn a vî welatî pêwîst e ku serokkomar li hilbijartinan bê la be û ser qazanca partiyekê bi tenê teblîqê neke.
Helbet Erdogan li teblîqatên xwe yên hilbijartinê xebitî ku wisa bide diyarkirinê ku rastrast ji AKP'ê piştevaniyê nake lê hemû gelê Tirkiyê dizanin ku Erdogan rêberê menewî yê partiya AKP'ê ye.
Helbet parek pir ji Neyarên Erdogan ên wekî Kemal Qilîçdaroglu, rêberê partiya CHP'ê, bawer in ku piştevaniya Erdogan ji AKP û teblîqatên wî yên hilbijartinî ser qazanca AKP îhaneta eşkera derheq Ehmed Dawûdoglu ye.
Ji aliyê din ve parek ji neyar û rexnekerên Erdogan bawer in ku kirîza siyasî û aloziyên ku piştî hilbijartina parlemanî ya Hezîrana bihurî li nav Tirkiyê peyda bûn ji ber siyaset û senaryoyên ne mentiqî yên Erdogan bûn ji ber ku wî dixwest bi her bihayekê ku bûye AKP li vê hilbijartinê ser keve.
Helbet serketina tam ya AKP'ê li hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê menayekî xwe ya eşkera jî heye û ew jî evaye ku eger rodawekî wiha biqewime , tê wateya dewama zêdexwaziya Erdogan li nav Tirkiyê û guhartina pergala siyasî ya vî welatî ji pergala parlemanî ber bi pergala serokayetiyê ku ev xewna Erdogan wextekê serê xwe digire ku AKP bi tenê bikaribe ewqas korsiyên parlemanê bîne dest ku bikaribe dewletê damezirîne.
Eva li halekê ye ku hin neyar û rexnekerên Erdogan li dij van siyasetên Erdogan, serokkomarê Tirkiyê ne û dibêjin ku ew qanûna bingehîn a Tirkiyê binpê dike û ji îxtiyarên xwe yên serokkomariyê ser qazanca AKP'ê behre digre.
Ya rast diyarkirina nerezamendiyên giştî li hemberî van siyasetên zêdexwazî yên Erdogan sercem bûne sedema qewimîna rodawên wekî meşa xelkê Tirkiyê li parka Geziya Istanbûlê .
Helbet şer û pevçûna alîgîrên Erdogan tev Cimaeta Xizmetê bi rêberiya Fethullah Gulen, û destpêbûna şerê dewleta AKP'ê tev kurdan wiha kir ku hemû xelkê Tirkiyê bi niyeta zêdexwaziya Erdogan li nav axa Tirkiyê hesiyan.
Ji aliyê dinve hin kesên ku neyarê Erdogan in rexne li siyasetên derve yên dewleta Enqerê digirin û bawer in ku piştevaniya eşkera ya dewleta Tirkiyê ji grûpa terorîst a DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê û Iraqê û binpêkirina agirbesa tev PKK'ê sercem bûne sedem ku alozî di nav Tirkiyê da her roj zêdetir bibe ku sebebkarê van aloziyan li nav Tirkiyê jî siyasetên nedirust ên Erdogan li hemberî welatên cînar û xelkê vî welatî bi xwe ye jî.
Li halê ku partiyên neyarên AKP'ê û Erdogan her roj nerizamendiyên xwe li hemberî van zêdexwaziyên Erdogan didane diyarkirin, encama hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê li 7'ê Hezîrana bihurî jî bi başî nîşan da ku xelkê vî welatî jî bi başî haje siyasetên xapokîn ên Erdogan bûne û dizanin ku siyasetên hundirî û derveyî yên dewleta Enqerê, dijî qanûna bingehîn a vî welatî ne loma xelkê vî welatî jî kêmtir ji berê dengên xwe dane AKP'ê, bi curekê ku AKP bi tenê nekarî dewleta Tirkiyê pêk bîne û li pêkanîna dewleta hevalbendî tev partiyên din jî AKP û Erdogan rastî işkestê hat û niha Erdogan neçar maye fermana birêxistina hilbijartina pêşwext bide û bi hetm Erdogan û serokên AKP'ê baş dizanin ku guhartina pergala siyasî ya vî welatî wisa hêsan jî nîne.
Ji aliyê din ve anketa ku ajansa Mêtrpol ji nav Tirkiyê girtiye bi başî nîşan dide ku nêzikî nîvek ji xelkî vî welatî hema dixwazin ku pergala parlemanî li vî welatî hakim be û qet naxwazin ku ev pergala bê guhartin .
ser cem ev babetên hanê bûne sedem ku karzanên siyasî bigihîjin vê bawerê ku hilbijartina parlemanî ya pêşberî gelê Tirkiyê gelekê girîng e û rewşa siyasî ya vî welatî jî awarte ye.