Çenddestetiya eşkere li Iraqê
Tebax 24, 2015 16:52 Asia/Tehran
Guherîn û bûyerên Iraqê zêdetir ji her tiştê, nîşana çend parçetî û nakokiya di warê siyasî û civakî li vî welatî ne.
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî di roja 9`ê tebaxa sala 2015`an da bernameya reformên li nijyara rêvebirî û siyasî ya vî welatî bi armanca şerê li dijî gendeliyê raber kir. Ev bernameya a niha bûye mijara sereke ya guhertinên Iraqê. Hin komên siyasî li parlemanê li dijî reformên Ebadî ne û hinek jî ji reformên wî piştgiriyê dikin. Rêberê tevgera Sedra Iraqê, Muqteda Sedr ragihand ku parleman ji wan rêxistinan e ku ji reformên pêşniyarkirî ji aliyê dewletê piştgirî dike, lê hinek ji aliyên navxweyî û biyanî naxwazin ku reformên hanê werin cihanîn. Xala girîng ev e ku li parlemana û nijraya siyasî ya Iraqê, zêdetir ji wê yekê ku partî li dijî reforman bin, kesayetî li dijî wê ne. Hejmarek zêde ji kesayetiyên iraqî, cihanîna reforman bi wateya jinavçûna berjewendiyên xwe dizanin ku helbet rastiyeke tehl e. Di vî warî da komîteya pakdestiya Iraqê ragihandn ku fermana girtina 9 wezîrên berê yan kesin di asta wezîran û 46 berpirsên derecebilind ên Iraqê piştî tekûzbûna tawana gendeliyan wan daye. Hatiye ragiahndin ku van kesan hejmareke zehf diravê dewletê dizîne ku tenê 44 miliyar dînar ji wî diravî hatiye vegerandin. Piraniya van tawanbaran reviyane derveyî Iraqê û ji ber ku mafê welatîbûnê ji welatekî din wergirtine, rêxistina dadwrriya Iraqê nikare wan vegerîne nav Iraqê. Di rewşeke wisan da aliyê din ê guhertinên Iraqê xwenîşandana gelanî ye. Xelk li piraniya parêzgehên Iraqê dixwazin ku dewklet bi awayekî cidî li hemberî gendeliyê raweste lê li hinek deveran jî xwenîşandana xelkê di bin bandora hokarên navxweyî û biyanî ber bi armancên siyasî û mezhebî va çûye. Li halê ku xwenîşandana li hinek ji parêzgehên Iraqê bi nîşana nerazîtiya ji ber nebûna xizmetên bingehîn li Iraqê pêk tên, hinek ji neraziyan bi handana hin meriv û derûdorên navxweyî û biyanî hewil didin ku komêê mezhebî wek hokarê sereke ya rewşa niha ya Iraqê û gendeliya berfireh li vî welatî bidin nasandin. Ji ber vê yekê xwenîşanderan li bajarên wek Bexdaya paytexta Iraqê dirûşmeyên li dij partiya islamî ya Deiwe ya girêdayî bi serokwezîrê niha, heyder Ebadî û serokwezîrê berê, Nûrî Malikî bilind kirin. Hin lêkolîner û kesayetiyên siyasî yên Iraqê li ser vê bawrê ne ku dirûşmeyên wisan li dijî dewletê bi mudaxile û destwerdana balyozxane û konsolgeriyên hejmarek ji welatên biyanî pêk tên. Endamê komîsiyona peywendioyên derev ya parlemana Iraqê, Rezaq Heyderî û sêkrêtêrê giştî yê rêxistina Bedrê ji wan kesan uin ku hinek ji welatan ku balyozxane yan konsolgeriya xwe li Iraqê hene, destê li karên navxweyî yên vî welatî werdidin. Rezaq Heyderî got: Hinek ji balyozxaneyan dîrokeke xwe ya dirêj li destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê hene û ji hinek komên taybet li vî welatî piuştgiriyê dikin û bi saya van alîgirî û piştgiriyên mudaxilekerane rewşê ji bo nakokiyên mezhebî û etnîkî dabîn dikin. Di rewşeke wisan tevlihev û aloz da, rojnameya libnanî ya Exbarê qala biryara Heyder Ebadî ji bo rawestandina demkî ya pakêta xwe ya reforman kir. Lê wer xuya nake ku Ebadî dev ji cihanîna reforman berdabe, belkê wisan ku rojnameya libnanî ragihand, Ebadî bi saya rawestandina demkî ya pakêta xwe ya rêforman, li dû amadetiya zêdetir ji bo destpêkirina qonaxa cihanîna wan biryaran û miajrên rêforman e.