Nêrîna rêber: Girtina riya bandora Amerîkayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i196022-nêrîna_rêber_girtina_riya_bandora_amerîkayê_li_Îranê
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî pergala desthilatdar a cîhanî û di serokatiya wê da Amerîka wek mînaka rasteqîn û sembola tam a ``Têgeha dijmin`` da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2015 12:46 Asia/Tehran
  • Nêrîna rêber: Girtina riya bandora Amerîkayê li Îranê

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî pergala desthilatdar a cîhanî û di serokatiya wê da Amerîka wek mînaka rasteqîn û sembola tam a ``Têgeha dijmin`` da zanîn.

Hezretê ayetullah xamineyî roja duşemiyê li ghevdîtina ligel zanyar, rewşenbîr û mêvanên beşdar li civata cîhanî ya binemala ismet û teharetê (S) û civîna yekîtiya radyo û teêlêvîziyonên islamî destnîşan kir: Amerîka tu behreyek ji exlaqa mirovî wernegirtiye û bêyî tu tirs û bakê û bi saya peyvên xapînok, cinayetan pêk tîne. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî şirovekirina mînaka eşkereya kirêtî û qirêjiya Amerîkayê, got: Amerîkayî dixwazin ku lihevkirina ku ne hîn li Îranê û ne jî li amerîkayê red ya erêkirina wê diyar nebûye, wek amorek ji bo bandora li Îranê bi kar bînin. Wî destnîşan kir ku me riya bandor û ketina Amerîka ya nav Îranê girê daye û em bi gişt şiyana xwe rê nadin ku Amerîka bandora xwe ya siyasî, aborî yan çandî li Îranê bike. OPiştî lihevkirina navokî, Amerîka bi saya axaftinên xapînok hewil dide ku armancên xwe yên siyasî bi pêşda bibe û vê lihevkirinê wek paşvekişiyana Îranê ji helwêstên xwe yên bingehîn bide zanîn. Lê gelê Îranê bi palpiştiya tecrubeya xwe ya sîh û şeş salî ya berxwedana li hemberî pergala desthilatdar a cîhanî, rê nade ku ev xewnên amerîkayiyan werin pêkanîn. Amerîka îro jî bi hewildana ji bo çêkirina nakokiyan li nav xelkê û berpirsên welêt piştî serhevanîna gotûbêjên navokî, xewna ketina xwe ya nav Îranê û bandora xwe dişopîne, lê gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî mecal û demek ji bo pêkhatina vê xewna amerîkayî nehiştiye. Ji bilî vê yekê li asta navçeyî jî, siyaseta Îranê li hemberî siyaseta Amerîkayê ye û heta eger lihevkirina navokî jî çê bibe, dê siyaseta derveyiya Îranê negujhere. Li çarçoveya dijberiya siyasetên Îran û Amerîkayê li herêmê, Îran ji berxwedana li herêmê ji wan berxwedana li Filistînê piştgiriyê dike û piştgiriyê dide her kesî ku li hemberî Israîlê bisekine. Wisan ku rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî destnîşan kir, Îran destê hevaltiyê ber bi gişt dewletên islamî li herêmê dirêj dike û tu pirsgirêka xwe ligel dewletên islamî tine. Li ser esasa vê xalê, Îran li kêleka gel û dewleta Sûriyê, gel û dewleta Iraqê, gelên Filistîn, Yemen û Bherêynê sekiniye û li dijî komploya sîstina desthilatdar a cîhanî bi serokatiya Amerîkayê têdikoşe. Dijminên welatên islamî bi taybet Amerîka bi fênda ``Çêkirina nakokiyan`` û ``Bandorê`` hewil didin ku erdnigariya islamî hertim di nava tundî û qeyranan da dagirin û di dawî bi saya lawazkiirn awelatan, wan parçe bikin. Di vê rewşê da gel û dewletên islamî divê ku bi saya yekîtiyê li dijî desthilatxwazan rawestin. Komara islamî ya Îranê jî di vê riyê da wê li kêleka wan bimîne. Îran bi saya piştgiriya ji gelên Sûriye û Iraqê bi şêwazeke rasteqîn li hemberî têrorîsmê disekine, lê Amerîka bi siyaseteke dugane, têrorîsmê wek têrorîsm abaş û ya nebaş parve dike û heta gepa parçekirina Iraq û Sûriyê dike.