Kêşeya siyasî û pêrsgirêke bi navê ''Erdogan'' li Tirkiyê de
Tebax 17, 2015 11:38 Asia/Tehran
Gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan li bara guhertina sîstem û pergala siyasî li Tirkiyê û danîna sîstema serokatiyê dewsa sîstema parlemanî bûye sedem bertek û hêrsbûna gelek ji kesayetiyên partî û grûpên siyasî yên Tirkiyê .
Erdogan hêvîdar bû ku partiya wî ya Dad û Geşepêdanê (AKP) cardin ji bo cara çaran li hilbijarttinên parlemanê ya heftê hezîranê serkeve û bikare bi tenêtî hikûmetê pêk bîne da ku Erdogan wek serokkomarê Tirkiyê hedef û armancên xwe bisaya parlemanê pêşve bibe û bi xwe desthilata tam li Tirkiyê bêxe destê xwe, lê encama hilbijartinên hanê ew bê hvî û bê miraz kir, vêca niha bi xwe ketiye meydanê û ji guhertina sîstem û pergala hikûmetî li Tirkiyê diaxive, çawa ku bi tezetî gotiye:Çi bixwazin, çi jî nexwazin li Tirkiyê de niha sîstema serokatiyê ya nefermî birêve diçe û em bi tenê dixwazin ku ev guhertina sîstema hikûmetdariyê bona misogerbûnê bikeve nav çarçêveke qanûnî, neku ev sîstima niha bi awayekî nefermî bikar tê''.Ev gotina Erdogan ku ti cih û şûneke xwe di nav qanûna bingehîn a niha li Tirkiyê de tine bû sedema hêrsbûna serokên partiyên siyasî li vî welatî de û wan ev gotinê Erdogan şermezar kirin. Serokê partiya netewperêz a Hereketa Neteweyî (MHP), Dewlet Baxçelî gotiye: Ma çi li welêt qewmiye, gelo darbeya eskerî pêk hatiye an şer qewmiye ku em pênehesiyane ?! Serok û rayedarên partiyên din ên wekî partiya Komarxwaz a Gel (CHP), partiya Demokratîka Gelan (HDP) jî ev gotinên Erdogan binpêkirina eşkera ya qanûna bingehîn ûîhaneta li parlemana Tirkiyê dane zanînê û ji Erdogan xwestine piyê xwe ji hedê xwe zêdetir dirêj neke û ji qanûna bingehîn a vî welatî re hurmetê bigire. Van kiryarên Erdogan parlemanter û endamên partiyên siyasî li Tirkiye ewqas hêrs kirine ku Erdogan wek kêşe û pirsgirêka sereke ya welêt dane zanînê. Berî vê yekê Kemal Kilîçdaroglu serokê CHP'ê wek partiya herî mezin a opozesiyon li parlemanê, Erdogan wek maka gişt pirsgirêkên bi nav kiriye. Li rewşeke wiha axivtina ji pêkhatina hikûmeta hevalbend (hevpeymanê) pir dijwar e. Reng e serokwezîrê vê demê yê Tirkiyê, Ehmed Davûdoglu ji wan kesên kêm li dîroka komara Tirkiyê were nasandinê ku bona pêkanîna hikûmetê, bi astengî û pirsgirêkên zav re rûbirûye û pir muhtemel jî ku nekaribe hikûmeteke hevalbend pêk bîne. Tu kîjan ji partiyên nav parlemana Tirkiyê heya niha bersiva erê nedane pêşniyara AKP bona pêkanîna hikûmeta hevpeymanî û şertên vê partiyê qebûl nekirine. Karzanên siyasî piranî bawer in ku vê meselê hegerên xwe yên curbicur hene ku ya herî girîng û sereke hebûna pirsgirêkek bi navê Erdogan bi xwe ye bûye astengî û berbend ser riya partiyên siyasî bona lihevkirinê ser pêkanîna hikûmeta hevalbend an hevpeymanî; eva ne tenê bawera karzanan e belkî serok û rayedarên partiyên siyasî jî gotine ku Erdogan bi xwe bûye berbenda sereke ser riya pêkanîna hikûmeta hevalbend. Bi tezetî Davûdoglu hêviya xwe li babeta pêkanîna hikûmeta hevalbend bi beşdariya CHP'ê ji dest da û ragihand ku pêkanîna hikûmetek bi beşdariya AKP û CHP'ê nemimkun e. Li vê rewşê de hitmala birêketina hilbijartina berî wextê her diçe zêde dibe û muhtemel e ku ev hilbijartina li meha Çiriyê birêve here . Wer diyar e ev hewldan û têkoşîna Erdogan jî ji bo birêketina hlbijartina dubar e a parlemanê ye, çûnku ew hezdike vê carê jî şansa xwe bicebirîne . Serokê CHP'ê Kilîçdaroglu li vê babetê de dibêje ku AKP'ê her gav bi hêviya birêketina dubare ya hilbijartinan bûye û eva jêra karê sereke tê hesabê, her ji despêkê ve tiştek bi navê pêkanîna hikûmeta hevalbend di nav bernama AKP'ê de tinebû . Karzên siyasî û serok û rayedarên partiyan li Tirkiyê de bawer in ku Erdogan bi encama hilbijartinên heftê hezîran qayil nebû û niha ew û AKP'ê hvîdar in ku li hilbijartinên zûtir ji demê piraniya kursiyan bidest xin da ku ew bi taybetî şexsê Erdogan bi xwe bigihêjin mirza û hedefên xwe, Erdogan bi posta kêmdeşilat û teşrîfatî ya serokkomariyê qayil nîne, ew li desthilata tam û giştalî ser Tirkiyê û demûdezgehên birêvebirina karûbarên vî welatî difikire, her ev zêdexwazî û serdestxwaziya tam a Erdogan bûye sedema despêbûna şerê Tirkiyê û PKK û xitimîna pêvajoya aştiyê û bûye sedema zêdebûna bê ewlehî û bê istiqrariyên siyasî û abûrî di nav Tirkiyê, ji ber zêdebûna dijberî û neyariya navbera hikûmeta Enqerê û kurdên vî welatî, heznekirina AKP ji pêkanîna hikûmeta hevalbend ser zêde û gorrbûna siyasetên vê partiyê û Erdogan yên li dij Sûriyê û Iraqê jî bi bandor e û hikûmeta Enqerê ku hîn li destê AKP'ê ye bi mihaneya şerê li dij terorîzmê êrişên xwe ser Sûriyê û Iraqê zêdekirine û ji aliyê din ve herçend ku ev hikûmeta dibêje tevlî hepeymaniya navdewletî ya li dij DAIŞ'ê bûye, kiryarên wê hîn nîşan dide ku ew piştgiriya vê grûpa terorîstî dike, Li vî halî de rayedarên AKP hewldidin çêbûna pirsgirêkên hanê bavêjin ustiyê pêknehatina hikûmetê ya bidestê AKP'ê bi tenê, lê karzan bawer in ku xelkê Tirkiyê bi fêl û fendên AKP û Erdogan hesyane û dizanin ku ew bi xwe sebebkarên van pirsgirêkan in vêca hitmala vê yekê ku AKP bikare li hilbijartinên berî wextê piraniya kursiyan bidest xîne ji bo pêkanîna hikûmetê bib tenêtî pir kêm e û pir muhtemel e ku Erdogan vê carê jî bêhêvî bibe û xewn û xeyalên pûç bibin.