Dewrana serokatiya Barzanî li Kurdistana Iraqê yê kuta be?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i195998-dewrana_serokatiya_barzanî_li_kurdistana_iraqê_yê_kuta_be_
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku dewra serokatiya wî li herêmê di roja çarşem 19 Tebaxê da kuta dibe li daxuyaniyek nivîskî wiha dibêje: “Ji bo derbasbûna ji vê krîzê daxwazê ji hemû partiyên di nava hikûmet, parlamento û yên destûra yasayî hene dikim ku berî 20’ê Tebaxê bicivin. Ji bo berjewendiyên welat û ji bo dawî li vê krîzê were çi baş e, biryarê li ser bidin û ji bo were cîbicî kirin.” Barzanî wiha dibêje: “Ez daxwazê ji dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo vê armancê lihevkirinek pêwîst bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2015 15:22 Asia/Tehran
  • Dewrana serokatiya Barzanî li Kurdistana Iraqê yê kuta be?

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku dewra serokatiya wî li herêmê di roja çarşem 19 Tebaxê da kuta dibe li daxuyaniyek nivîskî wiha dibêje: “Ji bo derbasbûna ji vê krîzê daxwazê ji hemû partiyên di nava hikûmet, parlamento û yên destûra yasayî hene dikim ku berî 20’ê Tebaxê bicivin. Ji bo berjewendiyên welat û ji bo dawî li vê krîzê were çi baş e, biryarê li ser bidin û ji bo were cîbicî kirin.” Barzanî wiha dibêje: “Ez daxwazê ji dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo vê armancê lihevkirinek pêwîst bikin.”

Dewra duyem a serokatiya Mesûd Barzanî li navçeya Kurdistana Iraqê bi dirêjkirina dusale, 19 Tebaxê ango dusbe kuta dibe.
2 salan berî niha PDK û YNK tevî neyariya hin partiyan, li hev kirin ku hilbijartinên serokatiya herêmê û rapirsiya destûra bingehîn a Navçeya Kurdistana Iraqê, 2 salan paşda bikevin. Hevgavê vê lihevkirinê, serokatiya Barzanî li Herêma Kurdistanê hat dirêjkirin û her wisan rêketin pêk hat ku serokatiya Barzanî idî neyê dirêjkirin.
Li gorî destûra bingehîna herêma Kurdistana Iraqê, her kesek du caran dikare serokatiya vê deverê bigire destê xwe.
Niha bi nêzîkbûna kutabûna 2 salên dirêjkirî yên serokatiya Barzanîli Herêma Kurdistana Iraqê, ew rewşa sala 2013'ê dubare dibe. Li gorî qedexeya qanûnî û neyariya cidî ya 4 partiyên muxalif ên kurd li Devera Kurdistana Iraqê, anegorî 2 salên berî niha Barzanî ji bo razîkirina partiyên muxalif bi merema domandina serokatiya xwe di rewşeke dijwartir da ye.
tevgera Gorran, YNK, Komelqa Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li dijî serokatiya Barzanî li Herêma Kurdistanê bi şêwaza niha ne û piştgiriyê didin pêkanîna pergala parlemanî li vê deverê.
Mesûd Barzanî bi 2 şêwazan li Herêma Kurdistanê serokatî kiriye. Ew di dewra ewil da bi dengê parlemanê bû serok û di dewra duyem da jî bi dengê rasterast ê gel li kursiya serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê rûnişt û di dewra dirêjkirî da jî bi saya lihevkirinê ser vê postê ma.
Lê Mesûd Barzanî niha bi neyariyên dijwar û hişk ra rû bi rû ye û partiyên opozosiyonê, guhertina sîstema serokatiyê bo parlemanê wek şertê razîbûna li hemberî dewama serokatiya wî îlan kirine.
Posta serokatiya herêmê anegorî serokwezîrtî û serokatiya parlemanê, zêdetir girîng e û desthilateke zêdetir heye. Ev hêz û desthilat bûne baîs ku partiyên opozisiyonê yên kurd, bixwazin ku pergala siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê bê guhetin ta ku bikaribin desthilata seratir ji destûrê û ya şexsî ya serokatiya Herêma Kurdistanê kêm bikin.
Li gorî aloziya ser posta serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê û bilindtirbûna dengê neyariya dijberan li hemberî dewama desthilatdariya Mesûd Barzanî, vê aloziyê siya xwe daye pêşeroja pergala siyasî ya vê deverê û bandor li vê yekê kiriye. Her pêngava neberaqil li bara çareserkirna qeyrana serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, ji wan namzediya dubare ya Mesûd Barzanî li hilbijartinan, yê nakokiyên li vê navçeyê kûr bike û tecrubeya tal a şerê navxweyî û sîstema duîdaretiya berê (Silêmanî-Hewlêr) dixe bîra mirovan.