Hevgaviya tundî û tûjiyên nav Iraqê tev reformên Îbadî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i195900-hevgaviya_tundî_û_tûjiyên_nav_iraqê_tev_reformên_Îbadî
Hevçaxî destpêbûna bernamên reformxwazî yên dewleta Îbadî ,roja 13 tebaxê li Bexdayê rojekî xwînavî bû ku zêde ji 100 kes ji ber teqînan hatine kuştin yan jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2015 13:16 Asia/Tehran
  • Hevgaviya tundî û tûjiyên nav Iraqê tev reformên Îbadî

Hevçaxî destpêbûna bernamên reformxwazî yên dewleta Îbadî ,roja 13 tebaxê li Bexdayê rojekî xwînavî bû ku zêde ji 100 kes ji ber teqînan hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Heyder Îbadî serokwezîrê Iraqê roja 9 tebaxê pakêta xwe ya reforman daye ber destê parlemana vî welatî û parlemana Iraqê jî 11 tebaxê ev pakita pejirand.
Hatte ragihandin ku Îbadî ji vê reformê sê hedef û armanc hebûn, yek sekinîna li hemberî gendeliyê, girtina pîşiya istifada nedirost ya hinek kesan li saziyên dewletî û hedefa sisyan jî biçûkkirina dewletê bû.
xalekî herî girîng ya vê pakêta pêşniyarî ya Heyder Îbadî serokwezîrê Iraqê li çarçîva biçûkkirina dewletê eva bû ku wî hinek ji postên dewletî hilanîn ku ji wan em dikarin îşareyî postên wekî cîgirên serokkomar û serokwezîr û ji serkar hilanîna birek ji wan kesan ku ji ber peywendiyên hizbayetiyê û ji ber peywendiyên eşîreyî postên dewletî girtine desê xwe.
Ji aliyê din ve bona sekinîna li hemberî gendeliyê jî Îbadî ferman da ku kesên tawanbar bi gendeliyê çi yên peywendîdar bi vê dewletê û çi yên ku li dewletên din bi gendeliyê tawanbar bûn, femana destpêbûna lêkolîna ser wan û çêkirina dosiya wan li dadgeha Iraqê da û hema li vê çarçîvê da bijartin yan jî ji serkar derxistina walî û endamên konseya wilayetan jî kire berpirsatî û wezîfeyeke serokwezîr.
Helbet li viya da tu şik û guman tune ku reform di nav Iraqê da tiştekî pêwîst bû û her ew pakêta refomê ya Heyder Îbadî serokwezîrê Iraqê jî pirojeyeke mêrxasane bû lê mesela rohn û eşkera eva ye ku birek ji şexsiyetên iraqî vê reformê ser xêr û qazanca xwe nedizanin .
her ji ber viya ye ku her wextekê ku projeyeke reformtêda li nav Iraqê dil heye îcra bibe hevçax tundî û tûjî li nav vî welatî zêdetir dibin.
Hevçaxiya zêdebûna tundî û tûjyan li nav Iraqê hevçaxî îcrabûna plana reformxwazî vê rastiyê dertêxe holê ku birek ji şexsiyetên nav Iraqê hertim bi dû pîlan û xeyanetê dane.
Her eva ku rojek piştî pejirîna plana raforxwaziyê ya Îbadî li parlemana Iraqê li teqînên terorîstî yên 13 Otê li Bexdayê bi sedan kes hatine kuştin yan jî birîndar bûn bi xwe nîşan dide ku birek ji şexsiyetên nav Iraqê van reforman ser xêr û qazanca xwe nizanin loma ewna hertim bi dû viyane ku pîlanan li nav Iraqê da çê bikin.
Tariq Haşimî alîkarê berê yê serokkomarê Iraqê ku niha ji vî welatî reviye û li dadgeha vî welatî bi desthebûna li parek pir ji kiryarên terorîstî li vî welatî tawanbar bû mînakekî herî eşkera ye ku nîşan dide birek ji şexsiyetên Iraqî bi xwe li kiryarên terorîstî yên vî welatî dest hebûne hegera viya jî eva bûye ku van reformên nav Iraqê ser qazanca van kesan nînin loma ewna bi dû duberekî xistina nav gelê Iraqê ne.
Helbet tiştekî din jî pêwîste bê gotin û ew jî eva ku birek ji aliyên biyanî ku dijminê gelê Iraqê ne pê terh û bernamên xwe dil hene pîlanan li nav Iraqê rewac bidin .
er eva ku welatên wekî welatên erebî û Tirkiyê ji Tariq Haşimî piştevanîî kirin her çend tawanên wî li cem dadgeha Iraqê îspat bibû, bi xwe nîşan dide ku dijminên Iraqê hîn jî dest ji pîlanên xwe dijî xelkê vî welatî ber nedane.
Helbet birek ji welatên wekî Amerîka jî bona alozkirina rewşa Iraqê terha parçebûna vî welatî didin ku li her halî da pêwîste ku xelkkê Iraqê hişyar bin û li hemberî van pîlanan rawestin û wehdet û yekbûna xwe biparêzin.