Sefera Serokê Meclisa Îranê bo Iraqê û hevdîtina bi rayedarên vî welatî re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i359728-sefera_serokê_meclisa_Îranê_bo_iraqê_û_hevdîtina_bi_rayedarên_vî_welatî_re
Serokê Meclisa Îranê ku sefera Bexdayê kiriye ji hêla hevtûşê xwe yê iraqî ve hat pêşwazîkirin.
(last modified 2026-08-19T14:29:10+00:00 )
Tebax 19, 2026 17:48 Asia/Tehran
  • Sefera Serokê Meclisa Îranê bo Iraqê û hevdîtina bi rayedarên vî welatî re

Serokê Meclisa Îranê ku sefera Bexdayê kiriye ji hêla hevtûşê xwe yê iraqî ve hat pêşwazîkirin.

Mihemed Baqir Qalîbaf ku di serê şandeke parlemanî de serdana Iraqê kiriye, dema  gihîşt blafirgeha navneteweyî ya Bexdayê li cihê şehîdbûna Serleşker Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis, ev der wek sembola peywendiya di navbera her du gelên Îran û Iraqê û şehîdbûna Serdar Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis de bi nav kir û got: Amerîka bi terorkirina van du fermandaran nekarî pêşî li berfirehbûna berxwedanê bigire û îro wêjmana berxwedanê ji sînorên herêmê derketiye û cîhanî bûye. Mihemed Baqir Qalîbaf tekez kir: Destwerdana  qawetên dervey navçeyî  di halê kêmbûnê ye û divê welatên herêmê bi xurtkirina hevkariya ewlehî û aborî ber bi pergaleke serbixwe ji destwerdana biyanî ve biçin. 

Qalîbaf got: Hêzên Amerîkî  bi dû derketina  bi rûmet ji herêmê ne  û rejîma Siyonîst êdî li herêma me pêşerojek xwe tune û dê xeyala  ji çem heta deryayê tinebe. Wî her wiha têkiliyên Îran û Iraqê dîrokî û xurt nav kir û got ku di vê seferê de, dê hevkariyên her du welatan di warên ewlehî, aborî û siyasî de werin xurtkirin.