Meytê Rêberê Micahid ê Şehîd dê li Meşheda pîroz were birêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358834-meytê_rêberê_micahid_ê_Şehîd_dê_li_meşheda_pîroz_were_birêkirin
Sibe anku Pêncşemî, bajarê pîroz ê Meşhedê dê mazûvana rêûrisma bicoş a birêkirin û xatirxwestina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd be.
(last modified 2026-07-08T14:29:05+00:00 )
Tîrmeh 08, 2026 16:50 Asia/Tehran
  • Meytê Rêberê Micahid ê Şehîd dê li Meşheda pîroz were birêkirin

Sibe anku Pêncşemî, bajarê pîroz ê Meşhedê dê mazûvana rêûrisma bicoş a birêkirin û xatirxwestina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd be.

Gelê welayetmedar û tazîdar ji seranserî welt bi beşdariya di vê rêûrismê da, dê careke din digel ramanên Şoreşa Îslamî, şehîdan û rêya Rêberê Micahid ê Şehîd beyet bike. Berîya vêya,rêûrismên bicoş ên birêkirin û xatirxwestina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd bi amadebûna bicoş a bi miliyonan kes ji gel û berpirsan li bajarên Tehran û Qumê hat hat lidarxistin. Herwiha hogirên Ehlê Beytê (S) li bajarên pîroz ên Necefa Eşref û Kerbelaya Pîroz jî bi lidarxistina rêûrismên berfireh, hez û evîna xwe ya derheq Rêberê Şehîd diyar kirin. Rêûrisma sibe ya Meşhedê, dewama xatirxwestin û birêkirina dîrokî ya meytê paqij ê Rêberê Micahid ê şehîd ji aliyê Ummeta Îslamî va ye; birêkirinek ku ji Tehranê dest pê bû, li Qum, Necef û Kerbelayê hat domandin û niha digihêje mezargeha ronî û pîroz a Îmam Reza (S).