Iraqçî: Heke dîplomasî bibe ewlewîyet, lihevkirin pêkan e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me selimandîye ku jibo parastina serwerîya xwre, bi awayekî wêrekane ya ji destê me bê, dê bikin, em bi ewê wêrekatîyê yên muzakirê.
Iraqçî di peyamekê da nivîsîye: Îran dê ser bingeha liylkgiheştinnê di dewra buhurî da pêk hatin, bi vîneke qahîm jibo lihevkirineke dadmendane di dema herî kurt a pêkan da, gotubêjên tev Amerîkayê li Jênêvê destpê bike.
Iraqçî pêgirî kir: Îran yê di ti rewşekê da ne bi dû pêşxistina çeka navokî be, di eynî demê da em îranî ji mafê xwe yê sûdwergirtina ji imkanên teknolojîya navokî ya biaştî jibo gelê xwe derbas nebin. Wî herwiha got: Nika derfeteke dîrokî ber destê me ye ta ku em lihevkirineke bêmînak bi dest bixin ku dilnigeranîyên her du alîyan ji holê rake û berjewendîyên her du alîyan jî dabîn bike. Lihevkirin ber desta ye, lê tenê dema ku dîplomasî bibe ewlewîyet. Gerra sêyem a muzakireyên nerasterast ên navokî u rakirina boykotan di navbera Îran u Amerîkayê da yê sibê li Jênêvê were lidarxistin.