Çile 30, 2026 14:44 Asia/Tehran

Sererkanê Hêzên Çekdar û Wezareta Karên Derve ya Îranê kiryara Ewropayê ya binvakirina Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wekî rêxistineke terorîst şermezar kirin.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, di daxûyaniyekê de tevî  şermezarkirina biryara Yekîtiya Ewropayê ya îlankirina Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wekî rêxistineke terorîst tekez kir ku kiryara Yekîtiya Ewropayê neaqilane, neberpirsiyarane û bi kîn bê guman  di bin  şopandina  bêveger a  siyasetên serdetîxwazane û nemirovane yên Amerîkayê û rejîma Siyonîst de hatiye kirin û ew kûrahiya dijminatî û kîna rayedarên  vê komê li hember gelê wêrek û  birûmet ê Îranê, hêzên çekdar, ewlehî û serxwebûna welatê bihêz ê Komara Îslamî ya Îranê nîşan dide. 

Di vê daxûyaniyê de hatiye ku biryarek wisa bê bingeh û bê her mantiqekê, di bin zexta Serokkomarê wehmawî û bêaqil ê Amerîkayê û rejîma Siyonîst a terorîst û zarokkuj de hatiye girtin û binpêkirinek eşkere ya qanûn û rêziknameyên navneteweyî, Peymana NY û prensîbên sereke ên rêzgirtina ji serweriya neteweyî ya welatan e. 

Bê guman, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî hertim saziyek qanûnî û bihêz bûye û di bereya pêşiyê ya têkoşîna li dijî terorîzma hikûmetî ya  ya Amerîkayê û rejîma xeternak a Siyonîst de bûye û bêguman ev tomet li dijî Sipaha PasdarênŞoreşa Îslamî di çarçoveya  piştgirî, xurtkirin , berfirehkirin û rewakirina terorîzmê li cîhan û herêmê hatiye kirin. 

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi  daxuyaniyekê  pêşnumaqanûna  wezîrên derve yên welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê li dijî hêzên çekdar ên Komara Îslamî şermezar kir û ev biryar neqanûnî, neheqî û bi dûrûtî bi nav kir û binavkirina Sipahê bi rûmet ê  Pasdarên Şoreşa Îslamî kiryarek li dijî gist  neteweya Îranê da zanîn  û bi  tundî ev şermezar kir. 

Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di berteka li himber kiryarên dijminane yên Ewropayê li dijî Îranê de, li ser rûpela xwe ya kesane ya li ser tora civakî ya X nivîsî: Di halekî de ku  çend welatên cîhanê hewl didin pêşiya gurrbûna şerê giştalî li herêma me bigirin, tu yek ji van welatana  Ewropî nînin û berevajî vê, Ewropa mijûlî gurkirina agirê vê qeyranê ye .

Serepeyv