Çile 29, 2026 14:57 Asia/Tehran
  •  Gotinên şerxwazane yên Trump dê nakokiyên navçeyî gurr bike

Nûnerê Îranê li NY got: Gotinên şerxwaziyê yên Serokkomarê Amerîkayê li dijî Îranê dê nakokiyên herêmê zêde bikin û gefeke rasterast li dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî ne.

Emîr Seîd Îrewanî, Nûnerê daîmî yê Îranê li NY di nameyekê de ji Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Konseya Ewlehiyê re bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Amerîkayê û gefa eşkere ya zordariya li dijî Îranê û ev helwest wekî binpêkirina Peymana NY da zanîn û daxwaza berteka cidî ya Konseya Ewlehiyê li dijî gef û kiryarên bêîstîqrarker ên Amerîkayê kir . 

Îrewanî got: Îran gotinên wiha şerxwazane ku cewhereke neberpirsiyarane, hander û bi eşkereyî li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî û Peymana NY ne bi tundî red û şermezar dike ji ber ku gefa zordariyê li dijî hikûmeteke serbixwe, binpêkirineke eşkere ya madeya 2 ya benda 4 a Peymana N Y tê hesabê. 

Serepeyv