Rêberê şîeyên Behreynê:Bi milyonan kes amade ne xwe bikin goriyê Ayetullah Xamineyî
Çile 27, 2026 17:37 Asia/Tehran
Rêberê şîeyên Behreynê bi daxûyaniyekê tekez kir: Ayetullah Xamineyî kesayetiyek e ku ji hêla zanistî, meinewî û siyasî ve di asteke herî bilind de ye, rêberê ku li Îranê bi milyonan mêr û jinên mezin dê canê xwe bikin goriyê wî.
Ayetulah Îsa Qasim got: Hz. Ayetullah Xamineyî kesayetiyek e ku ji babeta zanistî, menewî û siyasî di asta herî bilind de cih digre û rêberek e ku xwedî taybetmendî û raserîyên taybet e ku di nava rêberên îro yên cîhanê de geş e. Rêberê ku bi milyonan mêr û jinên mezin li Îranê fermana wî wekî fermana olê dibînin. Rêberê ku gel û umeta îslamê xwe jibo silametiya wî û dewama bereketa hebûan wî li asta umeta îslam û civaka rêzdar a însanî de dikin gorî.