Iraqçî: Kiryarên bikîn ên Amerîkayê yên dijî Îranê têk çûne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Kiryarên bikîn ên Amerîkayê yên dijî Îranê têk çûne.
Seyîd Ebbas Iraqçî di nivîsarekê da ku li Rojnama Wall Street Jornalê hat weşandin, nivîsî ku nerazîbûnên biaştî yên gelê Îranê piştî çend rojnan bi ketina terorîstên navxweyî u bîyan nav nerazîyan da veguherîn şîdetê u birrîna înternetê ji bo kontrolkirina wan pêwîst bû. Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser destwerdana Trump di karên navxweyî yên Îranê da u nivîsî. Gefxwarina Trump himber Têhranê bi merema kaşkirina Amerîkayê nav şerekî din ser xêra Rejîma Sîyonîst, bû sedema kuştin u birîndarbûna herî zêde. Iraqçî herwiha got: Têhranê hertim aştî himbr cengê bijartîye û tercîh kirîye û ji bo lihevkirineke dadmendane made bûye û her êrişa nû ser Îranê jî dê pêrgî bersiveke teqil bibe. Wî herwiha dîyar kir: Divê helwesta Amerîkayê biguhere û ser bingeha rêzgirtina dualî himber Îranê serederîyê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kirîye ku Amerîka divê têkildarî bûyerên terorîstî yên li Îranê bersivê bide. Wî tekez kir ku alugurên vê dawîyê u operasyona terorîsît ya rêkxistinkirî ku di dewama şerê danzderojî yê ser Îranê da sepandî, hat lidarxistin, carek din îmaja rastî ya serederîya Amerîkayê himber Komara Islamî ya Îranê aşkira kir.