Çile 19, 2026 15:52 Asia/Tehran
  • Serokê meclisa Îranê: Armanca tundûtûjiya eşkere ya terorîstan ew e ku gelê Îranê di kêleiyekê de çok dayîne

Serokê meclisa Îranê bal kişand ser vê yekê ku fitneya vê dawiyê li welêt bi destwerdana serokkomarê Amerîkayê gurr bû û got: Tiştê ku me di rojên derbasbûyî de dît şerekî terorîstî yê wekî DAIŞê bi armanceke wekî ya operasyona bi pêycêran li Libnanê bû.

Mihemed- Baqir Qalîbaf di civîna îro ya meclisê de got: Fitneya vê dawiyê berdewamiya şerê 12 rojî yê Amerîkayê û Rejîma Siyonîst li dijî Îranê bû, çawa ku rêberê qedirbilind jî got: Ev fitne bi destwerdana  serokkomarê Amerîkayê hat gurrkirin û dema ku nîşanên têkçûna projeya şerê terorîstî diyar bûn wî bi xwe bang li terorîst û ajawegêran kir ku birêxistina aloziyan bidomînin û terka kolanan nedin û bi belavkirina derewên wekî ketina bajarê Meşhedê, wî hemî qaşo hitbara xwe terxan kir bo berdewambûna alozî, bêewlehîtî û komkujiya li Îranê. 

Serokê meclisa Îranê got ku têkçûna dijmin di vê  fitneya Amerîkî-Siyonîst de careke din nîşan da ku Îran, bi vê rêberê wêrek û biferaset û bi hebûna  vî gelê xwedîbawerî û aqilmend cihê herî ne-ewle yê cîhanê ji bo terorîstan û xayînên welêt e

Serepeyv