Çile 17, 2026 20:03 Asia/Tehran

Rêberê bilindqedir ê Şoreşê got: Em serokkomarê Amerîkayê ji ber ziyana canî u maddî ku pêk hat u buxtana ku li gelê Îranê kir, sûckar dibînin.

HZ. Ayetullah uzma Xamineyî di salroja  bimbarek a cejna Mebesa Pêxemberê Ekrem (s) di nav koma bi hezaran kes ji çîn û qatên gelê Îranê de bal kişand  ser potansiyêla berfireh a Islamê jibo pêkanîna alûgureke mîna ya serdema destpêka Islamê di nav civaka îro ya mirovahiyê de û guhertina civakên nezan û tijî zilm û zordariyê û tirs û zorbêjî bo civakên sûdmend ji xêr u mesilhet û rizgarî û rûmetê û berûlayên fitneya vê dawiyê û helwêstên Komara Islamî ya Îranê li himber dîzaynêr û handerên fitneya amerîkî şirove kirin û rêz li tevgera gel di roja dîrokî ya 12 Çilleyê de girt û tekez kir: Gelê Îranê pişta fitneyê şikand, lê divê cewher û armancên vê fitneyê û sebebkarên perwerdebûyî û xapandî yên wê jî baş nas bikin.

Rêberê Şoreşê got ku piraniya civakên mirovahiyê yên îro bi teybet civakên rojavayî tevî rûvek û edebiyata cuda ji serdema nezanî û cahiliyetê, tûşî hemen bêexalqî, zilm, neheqî, zordarî û zorbêjîyê bûne û got: Islam û Misilmanên bawermend dikarin cîhana îro ji sernişîvîya ber bi tinebûn û fesadiyê ber bi qûçên  mesilhet û rizgarî û rûmetê ve û ji dojehê ber bi biheştê ve bibin bi şertê ku bi baweriyeke kûr û giştî pêngavan rakin.  

Rêberê Şoreşa Islamî di beşa duyem a gotinên xwe de bal kişand  ser fitneya vê dawiyê  ku ewqas gel êşand û zirar gîhand welêt û got: Ev fitne bi hezkirina Xwedê û bi destê gel, berpirs û erkdarên karzan hat vemirandin û tunekirin lê divê em bizanibin ku cewhera fitneyê çi bû û çima bi rê ket, endamên wê kî bûn û dê reftara me li himberî dijmin bi çi awayî be?

HZ. Ayetullah Xamineyî dîyar kir ku cewhera fitneya vê dawiyê amerîkî bû û armanca sereke ya amerîkiyan derheq komployên curbicur şirove kir û got: Armanc û siyaseta hertimî ya Amerîkayê- û ne tenê ya serokkomarê wê yê niha- daqurtandina Îranê û vegerandina hejemoniya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî li ser welatê me ye ji ber ku ew nikarin welatek bi vê pan û berîniyê, bi vê nifûs, heyîtî û pêşketinên di warên zanist û teknolojiyê da ku ketîye navendeke wisa hestayr a erdnigarîk tamul  bikin.

 Rêberê Şoreşê herwiha dîyar kir ku destwerdanên welatên rojavayî di fitneyên berê da piranî bi rojnamevan, çapemenî û bi siyasetvanên pilledu bû, lê taybetmandiya fitneya vê dawiyê ew bû ku serokkomarê Amerîkayê bi xwe têde destwerdan kir, axivî, gef xwar û bi handana fitnekeran peyam da wan ku bi pêşde herin, netirsin û em dê piştgiriya leşkerî bidin we.

HZ. Ayetulkah Xamineyî dîyar kir ku serokkomarê Amerîkayê  ajawegêr, mirovkuj û têkder wek gelê Îranê bi nav kirin ku eva  tometek mezin e ku li gelê Îranê dide û got: Serokkomarê Amerîkayê eşkere fitneker han dan û li pişt perdeyê jî  Amerîkayê û Rejîma Siyonîst destek dan wan, vêca em serokkomarê Amerîkayê sûckar dibînin him ji ber kuştiyan û ziyanan û him jî ji ber tometa ku li gelê Îranê da.

Rêberê Şoreşê dema ravekirina rêzebendî u qismê sebebkarên fitneya vê dawiyê li Îranê got: Kesên çalak di qada fitneyê de ji du cur u qisman pêk dihatin: Komek ku bi awayekî deqîq u zanebûnê ji hêla navendên sîxoriyê yên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst ve hatibûn hilbijartin û qismê duyem ê li qada fitneyê, nûgîha û ciwanên ku ketibûn ber bandora desteya yekem bûn û got: Vê desteyê têkiliya xwe bi Rejîma Siyonîst  an dezgehên sîxoriyê re tinûbûn belku mirovên nezan û nekêrhatî bûn ku serkirdeyên wan bandor li wan dikirin û bi birêxistina kelecanê, dest bi hin karûbar û destwerdanan dikirin ku nedibû bikirana.

 HZ. Ayetulkah Xamineyî her wiha got: Ev kirêgirtî bûn û erkdariya wan, êrişa ser navend, mal, dayire û navendên pîşesaziyê bû û mixabin, kesên nezan û nehêja bi serkirdetiya sebebkarên beres û û perwerdebûyî karên kirêt û cinayetên mezin û zav kirin yên mîna kavilkirina 250 mizgevtan, xerakirina zêdetirî 250 navendên perwerde û zanistê û zirargîhandina li navendên pîşesaziya karebayê, bank, navendên dermankirinê û firoşgehên erzaqên giştî, zirar li xelkê dan, çendîn hezar kes ji wan kuştin.

Rêberê Şoreşa Islamî tekez kir ku gelê Îranê pişta fitneyê şikand û got: Gelê Îranê bi beşdarbûna xwe ya bi milyonan kesî di mesa di roja 12 Çilleyê da ev roj veguherand rojeke dîrokî di pirtûka xwe ya fexr û şanaziyê da û misteke qahîm li devê idiakeran xist u fitne vemirand. 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serepeyv