Çile 16, 2026 18:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Sekreterê Giştî yê NY ra axivî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Kiryara Amerîka ku endamên Konseya Emnî ya NY bi heceta hilkolandina alugurên navxweyî yên Îranê dicivîne, revîna ber bi pêş e.

Seyîd Ebbas Eraqçî di gotûbêja bi rêya telefonê ya tev Antonîyo Gotereş Sekreterê Giştî yê NY da got ku dewleta Amerîkayê bi sepandina boykotên zalimane dijî gelê Îranê û hevdestîya tev Rejîma Sîyonîst di destdirêjîya leşkerî ser Îranê, berpirsê kuştina bi hezaran welatîyên îranî ye û di encama nearamîyên vê dawîyê da jî bûye sedema kuştina bi sedan welatîyên îranî bi destê terorîstên çekdar.

Eraqçî got ku cinayetên giran ên dijî hêzên berevanê ewlehîya bajêran u welatîyên îranî, êrişên ser nexweşxaneyan, şewitandina ambulansan û maşînên Dayra Vemirandina Êgir û têkdana mizgevtan, mînakek ji terorîsma daişî ne û Îran dixwaze ku NY wan cinayetana şermezar bike.

Sekreterê Giştî yê NY jî got ku destwerdana di karên navxweyî yên welatên din da nayê qebûlkirin u pêgirî ser pêwîstîya rêzgirtina li isûlên peymana NY kir.

 

Serepeyv