Iraqçî: Îran ji bo sekinîna himber gefên Amerîkayê tam amade ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em ji bo sekinîna himber gefên Amerîkayê tam amade ne.
Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvîna tev Şebekeya Al Manar a Libnanê da got: Tişta ku bû sedem Amerîka u Rejîma Sîyonîst di şerê danzderojî daxwaza agirbesê bikin, amadebûn u şîyana Îranê ya bersivdayînê bû. Tişta ku dibe sedem ew vê tecrubeyê dubare nekin, hela jî amadebûna hêzên çekdar ên me ye.
Hêzên çekdar dê amadebûna biparêzin u bi hêz u şîyaneke xêde berevanîya welêt bikin.
Seyîd Ebbas Iraqçî derbara nerazîbûnên gelanî li Îranê u ajawegêrîya hin kesan u birêxistina nearamî û ajaweyan li Têhranê û şarên curbicur ên Îranê da got: Li Îranê hin nerazîbûn u xwenîşandan qewimîne û ev yeka li her hiûmeteke ku ser bingeha serwerîya gel u demokirasîyê da hatine avakirinê da, asayî ye, bi vî awayî ku gel bikaribin nerazîbûn u gilîyên xwe hilêxin u ev yeka nika li Îranê diqewime.
Li rex nerazîbûnên gelanî hin kes ajawegêrîyê dikin; êrişî cîyên giştî dikin u wan dişewitînin. Rayedarên Rejîma Sîyonîst di tiwît u hevpeyvînên curbicur da mukur hatine ku rasipardîyên Mossadê li Îranê u Têhranê ne û role di van xwenîşandanan da digêrin. Hikûmeta Îranê hewil dide ku bi awayekî maqûl himber meseleya nerazîbûn û ajaweyan serederîyê dike; bi vî awayî ku guh dide nerazîbûn û gilîyên gel u rêçareyan ji bo wan peyda dike û hevgavê vê yekê himber têkder u ajawegêran u kesên cîyên giştî dişewitînin jî serederîyeke guncav dike.