Çile 12, 2026 14:02 Asia/Tehran
  • Têhran ji şeva buhurî va aram u ewleh e

Îran şeva buhurî di nav aramî u ewlehîyê da bû û ti dengek ji ajawegêr û terorîstên çekdar derneket.

Di encama haydarkirina giştî têkildarî armanca terorîstî u tund a hin kombûnên di roja pêncşemê da û êrişên wan û amadebûna berfire ya gel li meydanê ji bo şermezarkirina ajawegêr u terorîstan, kombûnên bi vî rengî şeva buhurî sedî 90 kêm bûn. 

Seranserê Îranê şeva buhurî di nav aramî û bêyî gêre derbas kir u gelê Îranê fitneya ajawegêran pûç derxist.

Parêzgarê Têhranê jî got ku idî ti hegerek ji bo dilnigeranbûnê tineye.

Mihemed- Sadiq Mu`temêdîyan got: Înîyê şevê, beşeke kesên ku nerazîbûna xwe nîşan didan, rêza xwe ji ya ajawegêran cida kirin û hejmara kombûna ajawegêran şeva buhurî gellekî daket û idî ti hegerek ji bo dilnigeranbûnê tineye.

Parêzgarê Têhranê got: Di encama êrişên ajawegêran da 54 ambulans idî bi kêr nayên û 3 binkeyên orjansê jî hatin têkdanê û ajawegêran dest u pîyê 45 kes ji hêzên hawargiheştin u rizgarkirinê şikandin. 

Serepeyv