Çile 12, 2026 14:12 Asia/Tehran

Gelê Îranê ji seranserê welêt vê sibê daketin kolanan ta ku kiryarên terorîstî ku Amerîka u Rejîma Sîyonîst piştgirîyê didin wan û cinayetên ajawegêrên çekdar yên di rojên buhurî da dijî gelê bêguneh û sivîl pêk anîne, şermezar bikin.

Kombûna berfire ya gelanî ser navê hevgirtina netewî û ji bo şermezarkirina kiryarên terorîstî yên kesên ser bi Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ji vê sibê va li parêzgehêncurbicur ên welêt dest pê bû û îro nîvro jî li Meydana Inqilab a Têhranê hat lidarxistin.

Bi milyonan îranîyên beşdarê vê kombûnê, kiryarên terorîstî yên bi rêvebirîya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst şermezar kirin û bi tundî dijî liv u tevger u cinayetên ajawegêrên çekdar li hin navçeyên welêt yên di çend şevên buhurî da qewimîne, derketin.

Bûyerên tal ên terorîstî  yên di çend şevên buhurî da li Têhranê û hin navçeyên welêt bi aşkirayî nîşan dan ku şerê aşkira yê Amerîkayê u sîyonîzma cîhanî dijî gelê Îranê derbasî qonaxeke bitaluke ya nû bûye. 

Di encama hewlên hêzên berevanê ewlehîya bajêran û polîs da gellek kombûnên ajawegêran di 2 şevên buhurî da li herêmên curbicur ên Îranê hatin têkdan u belavkirin û pêşîya berdewambûna kiryarên terorîstî hat girtin. Ji serê sibeya îro va ji bajarên mezin bigire heta bajarok u gundan welatîyên îranî bi yekdengî daketin kolanan ta ku piştgirîya xwe ya ji Pergala Komara Islamî ragihînin û neyartîya teqil a  xwe himber ajawegêran u komployên amerîkî- sîyonîstî yên dijî welêt nîşan bidin.

Ji Meşheda li bakur- rojhilata Îranê bigire heta Ûrmîyê li bakur- rojavaya Îranê, Têhran, li Kirmana li navenda welêt bigire heta Zahidana li başûr- rojhilata Îranê u Îlam u Ehwaza li başûr- rojavaya Îranê gişk daketin kolanan ta ku hevgirtina xwe Pergala Komara Islamî ragihînin u bi qêrînê dijî ajawegêr u terorîstên çekdar derkevin u piştgirîyê bidin pergal u hikûmetê û welatê xwe. 

Vê kombûna bi milyonan welatîyên îranî careka din komploya dijminan a dijî Pergala Komara Isalmî u Îranê pûç derxist û careka din nîşan da ku terorsîtên ku Amerîka u Rejîma Sîyonîst li pişta wan in, nikarin himber gelê hevgirtî yê Îranê ti plan u armancekê pêş da bibin

Serepeyv