Çile 11, 2026 18:31 Asia/Tehran
  • Pizişkîyan: Ewên mizgevtan u bazarê dişewitînin terorîst in u ji derve hatine anîn

Serokomarê Îranê got: Erka me çareserkirina pirsgirêkan u nehîştina dilnigeranbûnên gel e; nabe ku em rê bidin ajawegêr rewşê tevlihev bikin.

Mesûd Pizişkîyan di axavtina bi rêya televîzyonê ya tev gelê Îranê da pêgirî kir ku dijmin ji bo pêkanîna armancên xwe terorîstên perwerdebûyî derbasî welêt kirîye u got: Kesên ajawegêrîyê dikin, ne welatîyên asayî ne; heke kesek xelkê vî welatî be, yê wiha serederîyê neke; heke gel nerazîbûnê nîşan bidin, dengê nerazîbûna wan tê bihîstin u pirsgirêkên wan tên çareserkirin. 

Pizişkîyan pêgirî kir ku dijmin di şerê danzderojî da dil hebû ku rewşa welêt têk bide û ajaweyê bi rê bixe u got: Dijminên gelê Îranê roja îro jî bi dû tundkirina nearamîyan u destwerdanê ne, lewma komek ku li nav u derveyî welêt perwerde kirine, komeke terorîst ji derveyî welêt va derbasî nav Îranê kirine. Mizgevtan dişewitînin, çawan ku agir berdan bazaran, bi çekan hejmareke welatîyên bê guneh kuştin, hejmarek welatî dan ber reşaşeyê, şewitandin û heta serê merivan jêkirin. Serokomarê Îranê herwiha got: Erka me çareserkirina pirsgirêkên gel e u di eynî demê da me erkeke din jî heye ku li gorî wê rê nedin hejmarek ajawegêr rewşa hemî civakê têk bidin. 

Serepeyv