Çile 11, 2026 17:30 Asia/Tehran

Proja domandina ajawegêrî û kiryarên terorîstî li Îranê tevî hewlên medyayî û alîyên ser bi Rejîma Sîyonîst pêrgî guhnedayîna giştî û şermezarkirina ji hêla gelê Îranê va bû û di encamê da serê xwe negirt.

Di çend şevên buhurî da kesên ser bi Amrîkayê u Rejîma Sîyonîst li Têhranê u hin şarên din ên Îranê dest bi kiryarên terorîstî û têkbirina mal u milkên giştî kirin. Gellek mizgevt, bank, zincîredikan, kanêksên polîsan, navendên dermankirinê, otubos u rawestgehên metroyê û mal u milkên din ên giştî hatin şewitandin. Herwiha gellek maşîn, matorsîklêt u malên xelkê bi destê ajawegêran hatin şewitandin. Di encaam êrişa bi çekê ya terorîstan ser gelê sivîl, hêzên hawargiheştin u polîsan da, hejmarek welatîyên îranî hatine şehîdkirin u burîndarkirin. 

Ji bo şermezarkirina wan ajawegêrîyan û kiryarên terorîstî gelê Îranê li şarên curbicur dest bi nerazîbûn u xwenîşandanê kirin ku li hin şaran meytê şehîdên di encama wan kiryarên terorîstî da hatin birêkirin. Hin alî û medyayên ser bi Rejîma Sîyonîst bi awayekî berdewma hewil didin nearamîyê bi rê bixin u gel kaş bikin nav kolanan û bi dû wê komên terorîst di nav bajêran da bikecin dewrê û xelkê bikujin u bêjin ku hikûmet vî karî dike, lê gelê Îranê guh neda bangewazîyên di vî warî da û zêde ji 200 lîder u endamên komên terorîst ên çekdar hatine girtin ku gellek çek di destê wan da hebûye. 

Serepeyv