Xirabkirina heyîtiyên xelkê li hin cihên paytextê û çend bajarên din ên Îranê
AJEVEGêR û terorîstan şeva buhurî li hin cihên bajarê Têhranê û hinek bajarên din kombûnên perate pêk anîn û êrişî mal û tirombêlên xelkê kirin
Di van kombûnan de, trombîlên xelkê, motorsîklêt, cihên giştî yên wekî mêtro û tirombîlên agirwemirandinê û Otobûs hatin şewitandin. Li hin bajarên welêt jî kesên terorîst ên di bin sîwana Amerîkayê û Rejîma Siyonîst, heyîtiyên gelanî û yên xelkê tûşî xisaran kirin. Di encama karên van terorîstan li hin bajaran de çend kes janê xwe ji dest dan û çen kes jî birîndar bûn.
Raporên cihê bûyerên nîşan didin ku ev kombûn çend deh kes yan jî çend sed kesî hatibûn organîzekirin ku hema ji destpêkê ve karên xirabker kirin û bê ewlehîtî pêk anîn. Girêdana kolan û meydanan, gefxwerina li kesên li kolanan, gefxwerina li xwediyê dikanan ji bo ku dikanên xwe girêdin, pêkanîna tirafîkên berfireh bi bikaranîna madeyên teqandinê û bêrêziya li kesên ji kolanan derbas dibûn, ji bûyerên duh şev bûn.
Li bajarên curbicur ên Îranê xelkê îro piştî nimêja Îniyê wek nerizamendiya li hember xirabkariya ajawegêran û terorîstan daketina kolana û karên xirabkir ên wan şermezar kirin.
Li Azerbaycana Rojava jî wek navçeyên din ên Îranê, zêde ji 700 mamosteyên ayînî kurdê Sonî ajawegêriyên van rojên dawiyê li welêt şermezar kirin.