Rêberê Şoreşê: Komara Îslamî ya Îranê wê li hember kesên xirabkar bi micidî wê bisekineriyê neke
Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî xeletiya hesabkirin û nirxandinê ya rejîma gendel a Pehlewî û piştgirên wê yên sereke yanî Amerîkayê, rêxweşkirê şikesta wan li hember xelkê Îranê da zanîn û pêgîrî kir: Îro jî xelkê Îranê ku bi bereketa nizama Komara Îslamî ji hêla nermalav û manewî û sextalavan ve, ji wê serdemê pirr bihêztir e, wê Amerîkaya qure û tûşî xeletiya hesabkirinê şikest bide.
Hezretê ayetullahUzma Xamineyî, rêberê Şoreşa Îslamî, îro di salvegera serhildana dîrokî û serkevtî ya xelkê Qumê di 9`ê Çilleya 1978`an de, li hevdîtina tev bi hezaran kes ji xelkê îmandar û pircoş ê vî bajarî, amajeyî hin bûyerên xirabkarane li welêt kir û got: Hin kes hene ku karê wan xirankarî û ajawegêrî ye, çawan ku duh şev li Têhranê û hin cihên din, hin ajawegêr derketin û hin avahiyên welatê xwe xirab kirin ji bo ku serokomarê Amerîkayê pê keyf bibe.
Hezretê ayetullah Xamineyî xitabî Trump got: Ev jî dilê xwe xweş dike lê eger ku dikare bila welatê xwe birêve bibe ku nika bi bûyerên curbicur re rûbirû ye. Di şerrê 12 rojî de destê wî di xwîna zêde ji hezar îraniyan de bû û bixwe mukur hat ku min fermana êrişê daye û di vî şerî de fermandetî kiriye, vêca hema ev kes dibêje ez alîgirê xelkê Îranê me û kesên bêfikir jî baweriya xwe li wî tînin û li ser dilê wî agir berdidin satilên zibilan û karên bi vî rengî dikin.
Rêberê şorişê bi pêgîriya li ser viya ku Komara Îslamî bi xwîna çend sed hezar mirovên şerîf jatiye ser desthilatê û dê li hember ajawegir û xirabkaran qusuriyê neke, got: Komara îslamî kirêgirtîbûna kesên biyanî nahemilîne û xelkê Îranê her kesê ku kirêgirtiyê biyaniyan be, nahebîne.
Rêberê Şoreşê li bara serokomarê Amerîkayê got: Ev kabirayê ku bi quretî basa hemû dinyayê dike û qezawetê dike, bila bizanibe ku bi giştî zorbêjên cîhanê yên wekî Nemrûd, Firon, Riza Xan û Mihemedriza Pehlewî dema ku di asta jorîn a xuretiyê de bûn, têk çûn û ev jî dê ji nav here û têk biçe.
Hezretê ayetullah Xamineyî hikûmeta zilimkar a Pehlewî hikûmeta herî nebaş a serdema hevçerx da zanîn û herwiha got: Dema ku ev hikûmeta gendel û lawaz têk çû, wisan ku Îmam soz dabû hikûmetek gelanî hat ser desthilatê û dewsa rejîma ser bi Amerîka û siyûnîzm û şerûtên din ên dinyaya siyasetê, hikûmeteke serbixwe li Îranê ezîz hat ser desthilatê.
Wî di dema ravekirina rastiyên dîrokî de, amajeyî berdewambûna şaşitiyên kûr ên nirxandinê yên Amerîkayê li hember xelkê Îranê û nizama Komara Îslamî kir û pêgîrî kir: Hema ev şaşitî, Amerîkayê di wê demê de ber bi şikestê ve kişand û îro jî ti tiştek ji bilî şikesê wê neke para wê.