Birêkirina meytê şehîdê berevanê ewlehîyê bi destê gelê Îlamê
Meytê şehîd Êhsan Aqacanî şehîdê berevanê ewlehîyê îro ji hêla gelê qedirzan ê Îlamê va hat birêkirin u definkirin.
Şehîd Êhsan Aqacanîyê 27 salî u niştecîyê parêzgeha Îlamê, yek ji personelên Hêza Parêzvanê Ewlehîya Bajêr ya Komara Islamî ya Îranê bû ku di encama nearamîyên vê dawîyê li şarê Melikşahîyê di dema erkdarîya bo dabînkirina ewlehîyê da, bi destê kesên nenas hat şehîdkirin.
Meytê vî şehîdê qedirbilind îro di merasimekê da bi amadebûna berfire ya gel, malbatên hêja yên şehîdan, berpirsên herêmê û personelên Hêza Berevanê Ewlehîya Bajêr bi durişmên şoreşgêrane u ``mirin ji bo Israyîlê`` hat birêkirin u definkirin. Beşdarên vê merasimê pêgirî ser domandina rêya şehîdan u parastina ewlehî u aramîya civakê kirin. Merasima pirrcoş a rakirin u definkirina meytê vî şehîdê berevanê ewlehîyê, kêmbûna hejmara ajawegêran zêdetir aşkira kir.