Aşkirabûna cinayeta PJAKê ya dijî zarokan
Zêrevana Mafên Merivan a Kurdistana Îranê ber u layeke nû ya dosîya Esrîn Mihemedî nasyar bi Sonyayê wek yek ji gorîyên zarok-çekdarên koma terorîst a PJAKê belav kir, dosîya ku ne bûyereke kesane belku mînakeke binpêkirina sîstematîk a mafên zarokan ji hêla vê koma çekdar va tê hesêb.
Esrîn Mihemedî di 13 salîyê da u bêyî razîbûna xwe u malbatê, ji hêla çekdarên PJAKê va ji mala bavê wê tê revandin u ewê vediguhêzin kampên vê komê li herêma Qendîlê. Li gorî lêkolînên Zêrevanîya Mafên Merivan a Kurdistana Îranê aşkira dibe; PJAK ku radigihîne Esrîn di encama êrişeke hewayî da hatîye kuştin, derew e u rastîya meseleyê ew e ku vê zarokê di encama zextên rewanî, heqaret, gefxwarin û rênedayîna bo vegera nav malbatê da, xwe kuştîye. Li gorî şehedîya endamekî ji destê vê komê rizgarbûyî, Esrîn bi caran girîyaye u xwestîye ku bizvire malê, lê fermandeyên PJAK bi serederîyên nemirovane rê li ber vê yekê girtine. Di encamê da ew, di halekî da ku bi zorê mijûlê nobedarîya bi çekê bû, bi çeka vê komê xwe dikuje; biryar u kiryara ku encaam rasterast a zextên rewanî û binpêkirina aşkira ya mafên zarokan e. Piştî vê bûyerê, fermandeyên PJAKê gefê li şahidên bûyerê dixwun u bi veguhestina bi dizî ve ya meytê wê u salixîya sexte ya kuştina di encama bombebaranê da, hewil dane rastîyê veşêrin û heta malbata Esrînê ji bo armancên xwe yên propagandeyî bi awayekî narewa bi kar anîne. Di vê raporê da hatîye tekezkirin ku kiryarên PJAKê binpêkirina aşkira ya Konvansîyona Mafên Zarokan, Protokola Qedexeya Bikaranîna Zarokan wek Leşker û isûlên mafên mirovdostîyê yên navdewletî ye. Zêrevana Mafên Merivan a Kurdistana Îranê xwest ku dezgehên navdeweltî bi awayekî ciddî bikevin dewrê ku sebebkar bersivê bidin, navê PJAKê di lîsteya binpêkerên mafên zarokan u piştgirîya ji malbatên gorî da were tomarkirin. Ev rapora ser bingeha şahedên li meydanê, danberhev u vedarêştina bûyeran ji hêla demê va, nirxandina ji hêla hiqûqê va, analîzkirina li gorî sitandardên navdewletî u hilkolandina rola Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hatîye amadekirin u nîşan dide ku ev dosîyeya ne tenê tirajêdîyeke kesane, belku beşeke mînaka hevgirtî, sîstematîk u rêxistinkirî ya wergirtin u bikranîna zarokan bi destê PJAKê ye.