Kanûn 11, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Hevdîtina hejmareke jin u mêrên îranî bi rêberê Şoreşa Islamî ra

Hevgavê salroja jidêbûna hezreta Fstimeya Zehra (S) komeke jin u mêrên îranî bi hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê Şoreşa Islamî ya Îranê ra hevdîtin pêk anîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina digel komeke jin u mêrên îranî da pêgirî kir ku em roja îro seratir ji cenga ku qewimî, di şerekî propagande û medyayê ya himber bereya berfire ya dijmin da ne. Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser dîroka zêde ji sed salî ya hewlên zorbêjên cîhanê ji bo guhertina nasnama dînî, dîrokî u çandî ya gelê Îranê u gto: Şoreşa Islamî ew hewl pûç kirin u di dehsalîyên vê dawîyê da jî, gelê Îranê bi saya berxwedan û teslîmnebûna himber berdewambûna zextên berfire yên dijminan, ew pûç û bêencam kirine. Rêberê Şoreşa Islamî ya Îranê haykûfa medyayî u ya rayedarên sîyasî u leşkerî yên welatên rojavayî nîşaneya zexta propagandeyî ya ya dijmin bi nav kir u got: Armanca pergala serdestîxwaz ji zordayîna ser gelan di serî da ser gelê Îranê, carina zêdexwazîya di warê erd u axê da ye. Wî dîyar kir ku naskirina armanc û rêzebendîya dijmin pêwîst e u got ku fenanî bereya leşkerî u cengê, di şerê propagandeyî u medyayî da jî divê em rêzebendîya xwe anegorî pergal u plana dijmin pênase bikin û giranîya bala xwe bidibn ser wan cîyan ku dijmin ew kirine armanc. Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha berxwedana himber şerê welatên rojavayî yê bi propagande û medyayê dijwar lê tam pêkan zanî. 

Serepeyv