Kanûn 02, 2025 21:58 Asia/Tehran
  • Destpêbûna qonaxa sereke ya meşqa dijîterorîzmê ya Sehend 2025

Qonaxa sereke ya meşqa dijî terorîzmê ya Sehend 2025 ji îro ve bo mideha 5 rojan bi mazûvaniya Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Isalmî destpê kir.

Ev yekem meşqa Îranê bi welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê re piştî endametiya Îranê di vê rêxistinê de ye. Ev meşq dê bibe derfetek baş ji bo lihevguhertina ezmûnên welatên beşdar di warê rawestana li ber terorîzmê de.  Serokê Meclisa Îranê bal kişand ser meşqa mezin a dijî terorîzmê ya Sehend 2025 û got ku vê meşqê peyamek girîng ji bo hêzên serdestîxwaz heye. Mihemed- Baqir Qalîbaf got ku hevkariyên berevaniyê û pêngavên hevbeş ên dijî terorîzmê yên Îranê bi welatên din re her ku diçe baştir dibin û encamên wan yên operasyonê yê di nehîştina gefa dijminên Îranê û  kokbirikirina komên terorîst de eyan bibin. Serdar Meidenî, Fermandê  Meşqa Sehend 2025 jî, bi saya lidarxistina vê meşqê, Îran wek navend û stûna rawestana li ber terorîzmê bi nav kir û got ku peyama vê meşqê ew e ku Îran ne di tecrîdê de ye û dîplomasiya wê ya berevaniyê roj bi roj pêş dikeve. Ev  meşqa hevbeş a dijî terorîzmê  bi mazûvaniya Hêzên Bejayî yên Sipaha Pasdaran û bi beşdariya welatên endamê Rêxistina Şanghayê dê pênc rojan li Azerbaycana Rojhilat were lidarxistin.

Serepeyv