Kanûn 01, 2025 16:53 Asia/Tehran
  • Têhran: Amerîka gefa herî mezin dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê kiryarên Amerîkayê dijî aşitiya cîhanî de got: Rastî ev e ku Amerîka bûye gefa herî mzein li dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî.

Îsmaîl Beqayî di civîna çapemeniyê ya heftiyê de got: Rastî ev e ku Amerîka bûye gefa herî mezin dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî ku mînaka wê zorbêjîya eşkere ya Amerîkayê dijî Venezuelayê ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê sefera Erdogan bo Tehranê û mijara bêçekkirina PJAKê de jî got: Hevahengiyên ji bo sefera Serokkomarê Tirkiyê bo Îranê berdewam dikin û em derbarê dema wê ya deqîq û eseh de gotûbêjê dikin. Helwesta me ya bingehîn li himber terorîzmê ev e ku terorîzm li her derê tê şermezarkirin û divê hevkariyên me yên herêmî jibo rawestana li himbe terorîzmê berdewam bikin.

Beqayî wek berteka li himber êrişên ser meydanên gazê yên li Herêma Kurdistana Iraqê de jî got ku em dilnigeraniya xwe derbarê kiryarên dijî ewlehiyê li Iraqê radigehînin. Em destdirêjiya ser meydanên gazê li Herêma Kurdistanê şermezar dikin û em piştgiriyê didin her kiryara ji bo hevkariya bi aliyên Iraqî re ji bo misogerkirina ewlehiyê.

Serepeyv