Berdevkê Sipaha Pasdaran: Siyonîst di şerê 12 rojî de bi hilweşîna ewlehiyê re rû bi rû bûn
Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî bal kişand ser hilweşyana cih û şûna ewlehiyê ya Rejîma Siyonîst di şerê vê dawiyê yê bi Îranê re û got: Şehedî û şirovehên belavbûyî li derûdorên siyasî û lêkolînê yên welatên rojavayî vê têkçûnê piştrast dikin.
Serdar Elî Mihemed Nayînî şerê vê dawiyê yê dijminan li dijî Îranê mînakek eşkere ji têgihîştina şaş têkildarî rewşa navçeyê zanî û got: Rejîma Siyonîst bêyî ku bala xwe bide ser zirûfa gelanî û şiyana besîc û seferberiya Îranê, ket nav şerekî giran û ev şaştiya stratejîk bû sedema ku ew ji destpêkê ve rastî işkestê were. Berdevkê Sipahê bal kişand ser hilweşîna cih û şûna ewlehiyê ya Rejîma Siyonîst di şerê vê dawiyê de û got ku şehedî û şiroveyên derûdorên siyasî û lêkolînê yên welatên rojavayî vê işkestê piştrast dikin. Naîynî tekez kir ku piştî vî şerî qaweta hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di gelek warên operasyonên çekdarî û berevaniyê de ji berê zêdetir xurt bûye û qada cengê ya vê dawiyê careke din lawaziyên dijmin û serdestiya hêza navxweyî eşkere kiriye. Hevdem rojnameyeke ibrî şopên domdar ên êrişên mûşekî yên wêranker ên Îranê ser erdên dagirkirî eşkere kir. Rojnameya Yediot Ahronot`ê mukur hat ku piştî zêdetirî pênc mehan ji êrîşên mûşekî yên wêranker ên Îran li dijî erdên dagirkirî bi hezaran malbatên Siyonîst ku malên wan zirar dîtine hîn jî sergerdan in.Di şerê 12 rojî yê dasepandî de li pêla êrişên mûşekî yên tolhildanê yên Îranê dijî deverên dagirkirî de, navçeyên girîng û hesas ji wan navendên sîxuriyê yên veşartî û laboratwarên biyolojîk ên Rejîma Siyonîst ketin ber êrişan.