Iraqçî: Îran amadeyî muzakireya maqûl û mentiqî ye
Wezîrên karên derve yên Îran û Fransayê bi nirxandina alûgurên herêma Rojavayê Asyayê, qeyrana Ukraynê, rewşa ewlehiya navneteweyî û her wiha mijara navokî ya aştiyane ya Îranê, tekezî ser pêwîstiya hewldanên berpirsiyarane ji bo alîkariya bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina aştî û edaleta navneteweyî kirin.
Seyîd Ebas Iraqçî di hevdîtina tev Jan Noêl, hevtayê xwe yê fransî de derbarê têkiliyên navbera Îran û Fransayê ser giringiya dewama rawêjkariyên ji bo rakirina astengiyan û hêsankirina têkiliyan tekez kir.
Di vê hevdîtinê de, wezîrê derve yê Îranê, kiryara sê welatên ewropî di Konseya Ewlehiyê ya NY û Konseya Hikimdarên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de rexne kir û berpirsiyariya wan ji bo rewşa niha bi bîr xist û daxwaza berçavgirtina nihêrîneke berpirsiyarane û serbixwe li gorî bingeha qanûna navneteweyî bi taybet li gorî xala 4`an a Peymana Qedexeya Belavkirina Çekên Navokî(NPT) kir û di eynî demê de tekez kir ku Îran amadeyî muzakireya maqûl û mentiqî ye. Wezîrê derve yê Fransayê jî di vê hevdîtinê de bang li Îranê kir ku bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re dest bi gotûbêjan bike.