Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Li ti muzakireyekê biryar nîne ku em ji mafên xwe yên rewa derbas bibin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, derbarê muzakireya bi Amerîkayê re got: Divê rêz li maf û berjewendiyên gelê Îranê were girtin û divê aliyên himber qebûl bikin ku biryar nîne ku Îran li ti muzakireyekê ji mafên xwe yên rewa derbas bibe.
Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de got: Ger aliyên dijber bigihîjin vê encamê ku rastiyan bibînin, meriv dikare bêje ku şert û mercên ji bo gotûbêja watedar tê pêk bên. Lê di rewşa heyî de, atmosferek wisa tuneye. Wî her wiha got ku alûgurên li herêma me bi lez diqewimin û em hîn jî şahidê berdewamiya jînosayd û dagirkeriyê li herêmê ne. Em hîn jî şahidê bêçalakî û xemsariya Konseya Ewlehiyê ya NY derbarê Xezzeyê ne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hêvîdariya xwe da diyarkirin ku sebebkarên cinayetên li herêma Rojavayê Asyayê di asta navneteweyî de werin mehkemekirin. Wî got ku siyasetên hinek siyasetmedarên welatên Rojavayî li herêmê, ji wan li Sûriye û Sûdanê, ji bilî terorîzm, tundûtûjî, alozî û bêserûberiyê tiştek bi dû xwe ve tinebûye.