Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Helwestên Ewropayê nedadmendane ne
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku welatên ewropî divê biselimînin ku di biryardayînê de serbixwe ne ta ku wek aliyê muzakirê yê bihitbar werin nasîn.
Îsmaîl Beqayî di konferansa we ya çapemeniyê ya heftane de got ku ezmûna 10 salî ya di cihanîna peymana navokî de nîşan dide ku sê welatên ewropî li cihanîna erkên xwe qusûrî kirine û ji viya xerabtir, îstifadeya xirab ji mekanîzma çareserkirina nakokiyên navokî jibo vegerandina biryarameyên Konseya Ewlehiyê bû ku ne hiqûqî bû ne jî exlaqî .Wî got ku pêwîst e sê welatên ewropî ku venêrînê li siyasetên xwe bikin û nîşanî cîhanê bidin ku ew di muzakireyan de aktorên bawerpêkirî ne. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku em hîn jî endamên NPT ne û pabendî Peymana Lêgerîn u Çavdêrîyê ya Ajansa Navokî ne. Me hewl da di çarçoveya hevhatina bi Ajansê re şert û mercên pêwîst ji bo hevkariyê pêk bînin. Lê aliyên himber qedrê wê nezanîn. Berdevkê Wezareat Derve derbarê plana Trump jibo aştiya li Xezzeyê jî got:Em her tim piştgiriyê didin her gavekê ku bibe sedema rawestandina tevkujî û jînosayda li Xezzeyê.