Balyozê Îranê yê Bexdayê: Armanca me kişandina bala 5 milyon geştyarên iraqî heta sala 2026an e
Cotmeh 08, 2025 14:42 Asia/Tehran
Balyozê Îranê yê Iraqê got: Pêşxistina geştiyarîyê bi welatên cîran re, bi taybet bi Iraqê re, di ewlewiyeta Komara Îslamî ya Îranê da ye.
Mihemed- Kazim Alê Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Iraqê, di festîvala geştiyariyê ya Komara Îslamî ya Îranê û Komara Iraqê li Bexdayê got: Em hewl didin ku heta sala 2026an bigihîjin armanca xwe yanê kişandina bala 5 milyon geştiyarên iraqî ji bo ku sefera Îranê bikin. Balyozê Îranê yê Iraqê her wiha bal kişand ser viyana rayedarên her du welatan ji bo xurtkirina hevkariyên dualî û got ku her du welat ji ber têkilî û xalên hevpar ên dîrokî, mezhebî, çandî dikarin hevkariya xwe di beşa geştiyarîyê de zêdetir bi pêşde bixin.