Cotmeh 01, 2025 17:21 Asia/Tehran
  • Îran u Tirkîye asta peywendîyên leşkerî jorda dibin

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê ku nika li Enqerê ye, got: Jordabirina asta peywendîyên Îran u Tirkîyê di warên berevanî û leşkerî di destûrkara her du alîyan da ye.

Emîr- Sertîp Ezîz Nesîrzade Wezîrê Berevanîyê yê Îranê got: Di vê seredana durojî da ku li gorî gazîkirina Yaşa Guller Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê pêk hatîye, biryar e ku bi berpirsên berevanî, leşkerî u emnî yên Tirkîyê wek welatê dost û cînar ra bicivim.

Wezîrê Berevanîyê yê Îranê herwiha got ku Tirkîye u Îran du welatên misilman u bibandor di mijarên herêmî, navdewletî u cîhana islamê da ne, bê guman hevkarîya her du welatan u jordabirina asta peywendîyan nemaze di warê berevanîyê dê yê alîkarîyê bide pêkanîna istiqrar u ewlehîya sînoran.

Wî amajeyî zêde ji 500 kîlometre sînorê hevpar ê di navbera her du welatan u pêwîstîya hevkarîyên têkildarî sînoran kir u pêgir kir ku du hevdîtina digel berpirsên Trikîyê da bilî van mijarana û hevkarîyên di warê pîşeya berevanîyê da, yê qeyranên ku himber navçeyê ne, werin hilkolandin u derbara wan da biryar were dayîn.  

Serepeyv