Larîcanî: Hizbullah tevgereke resen himber Rejîma Sîyonîst e
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Hizbullah tevgereke resen e ku ne tenê himber Rejîma Sîyonîst sekinîye, belkî fukara sereke ya wê ewlehî û rehetîya gelê Libnanê ye.
Elî Larîcanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê ku ji bo beşdarbûna di merasima rêzgirtina li yekem salvegera şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê hizbullaha Libnanê û Seyîd Haşim Sefîyeddîn cîgirê wî çûye Beyrûtê, di civîneke çapemenîyê da got: Roja li hibmer zêdexwazîyên Rejîma Sîyonîst pêwîst e ku welatên herêmê hevkarîya pêwîst bi hev ra bikin, heke nakokîyek ji berê va di navbera wan da hebe jî, vê gavê bidin alîyekî û hevkarîyê bikin bingeha karê xwe. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê pêgirî kir ku Rejîma Sîyonîst dilreq e û serederîya vê rejîmê ji bo gelan eşkeretir bûye, herwiha gotinên Seyîd Hesen Nesrullah ên bi dehan salî berî nika, roja îro ji bo her kesî eyan bûne.
Elî Larîcanî îro bi Newaf Selam Serokwezîr û Nebîh Bêrrî Serokê parlimana Libnanê ra jî hevdîtin pêk anî û piştî vê hevdîtinê amajeyî komployên Rejîma Sîyonîst himber cîhana islamê kir u got: Em çavlirê ne ku welatên navçeyê li himber komployên Rejîma Sîyonîst xurt û serbixwe bin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê vê êvarê jî çû mezargeha şehîd Seyîd Hesen Nesrullah li Beyrûtê û di merasima fermî ya yekem salvegera şehîdbûna wî, şehîd Haşim Sefîyeddîn û hejmareke fermande u têkoşerên berxwedêr ên Libnanê da beşdar bû.