Îlon 24, 2025 19:46 Asia/Tehran

Serokomarê Îranê got: Îran hertim himber bahozên dîrokê qahîm sekinîye û bi rihekî mezin û vîneke mayinde himber êrişker u destdirêjkeran ber xwe daye.

Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê di civîna Civata Giştî ya NY da amajeyî berevanîya danzderojî ya gelê Îranê kir u got: Gelê Îranê tevî boykotên herî giran û zextên ji derve, bi awayekî yekgirtî piştgirî da hêzên çekdar ên welêt. Pêzêşkîyan detdirêjîya vê dawîyê ya Rejîma Sîyonîst u Amerîkayê ser Îranê tam di demekê da ku muzakire berdewam bûn, xîyaneteke mezin hibmer aştî û ewlehîya herêmê zanî û qirrkirina filistînîyan û jinavbirina binesazîyan, birsîragirtina zarokên Zîvala Xezzeyê  ûgefxwarina himber serwerîya welatan şermezar kir û got ku ez pirtûkeke jînosayda bi destê Rejîma Sîyonîst li welatê xwe ray didim u cinayetkeran ew cinayet bi navê aramî û aştîyê pêk anîn. Rêya av û dadê ser xelkê da daxistin. Heke em himber vê têkdana isûlan nesekinin, ev yek dê cîhanê bigire ber xwe.

Pêzêşkîyan pêgirî kir ku Îran qet bi dû çeka navokî nebûye û nabe jî. Wî kiryarên neqanûnî yên hin welatên ewrûpî yên dijî Îranê şermezar kir û tekez kir ku Komara Islamî ya Îranê bi dû aştî, istiqrar û hevkarîya tev welatên herêmê ye û ji civaka cîhanî xwest ku dewsa zorbêjî û şîdetê, ewlehî û pêşxistinê ser bingeha pêbawerî û hevdengîyê dabîn bike.

Pêzêşkîyan herwiha got ku Îran bi palpiştîya çanda merivdostî û hevdilîyê, ji bo hevkarîya tev welatên aştîxwaz amade ye û berxwedana dîrokî ya gelê Îranê pilekanek ji bo siberojeke zelal û derfetmêhwer dizane. 

Serepeyv