Îlon 24, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Seyyarî: Rejîma Sîyonîst bêyî piştgirîya Amerîka u NATOyê nekara ye

Serokerkan u Cîgirê Rêkxerê Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Zorbêjê cîhanê roja îro jî wekî berê himber me rawestaye. Em şanazîyê dikin ku heke şêrr dikin, himber zorbêjan şêrr dikin, ne himber dijminên piçûk.

Admîral Hebîbullah Seyyarî got: Rejîma Sîyonîst bêyî piştevanîa Amerîka u NATOyê nikare şêrr bike û heke rastîya êrişên Îranê nehata sansorkirin, dê cîhanê bidîta ku ev rejîma hatîye pelixandin. Wî got ku armanca dijminan birêxistina nakokîya navxweyî û lawazkirina Îranê ye û dîyar kir: Gelê Îranê bi yekitî u hevgirtinê plana dijmina pûç kir.

Edmîral Syyarî amajeyî berdewambûna komployên dijmin piştî berevanîya pîroz a Îranê himber rejîma Seddam kir u got: Zorbêjê cîhanê bi boykotên giran, şerê nerm u çandî lê digere zorê bide ser Îranê, lê gelê Îranê hela jî ber xwe daye û bi palpiştîya zanist, alavên navxweyî û yekitîya netewî hibmer gefên ji derve serfiraz maye. 

Serepeyv