Îlon 23, 2025 21:36 Asia/Tehran

Hezretê Ayetullah Xamineyî di axavtineke televîzyonî da got: Em roja îro di warê zengînkirina oranîyomê da di asteke bilin da ne. Helbet welatên ku dixwazin çeka navokî çêbikin, asta zengînkirina oranîyomê heta sedî 90ê jî bilind dikin. Me pêwîstî bi vê çekê tineye û ne biryar e jî em bibin xwedîyê çeka navokî, lewma me asta zengînkirina oranîyomê negîhand sedî 90ê belkî me gîhand sedî 60ê ku ji bo hin karên pêwîst ji bo me li welêt hewce ye. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî derbara muzakireya tev Amerîkayê da jî got: Di rewşa nika da muzakireya tev Amerîkayê ti xêrek ji bo me tineye û ti zîyanekê ji me dûr naxe. Muzakireya ku Amerîka ji destpêkê va encama wê destnîşan dike û disepîne, bêxêr e u gellek zîyana wê heye, alîyê amerîkî dibêje ku nabe Îran oranîyomê zengîn bike, lê em di vê mijarê da u her meseleyeke din da himer zextan teslîm nabûn u nabin jî. 

Hezretê Ayetullah Xamineyî di beşeke axavtina xwe da jî yekitîya gelê Îranê hokara sereke ya bêhêvîbûna dijmin di şerê danzderijî da zanî û pêgirî kir: Dijmin hema di çend rojên destpêka şêrr da fem kir ku yê negihîje armanc û xereza xwe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bi boneya salvegera şehîdbûna têkoşerê mezin u navdar şehîd Seyîd Hesen Nesrullah bal kişand ser vê yekê kir ku Seyîd Hesen Nesrullah sermîyanek mezin bû ne tenê ji bo Şî`eyan û Libnanê belkî ji bo cîhana Islamê û got: Meseleya Hizbullaha Libnanê, meseleyeke dirêj e, nabe ku Hizbullah kêm u piçûk bê zanîn û ji vê sermîyana girîng xafil bin. Helbet ev sermîyana ji nav neçûye, Seyîd Hesen Nesrullah çû, lê ew sermîyana ku wî pêk anî, maye. 

Serepeyv